Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê 2023-11-18 09:00:36   AMED - Di lêpirsîna der barê rojnamevan Hakki Boltan de ku bi îfadeya şahidê eşkere bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû destpêkirin, biryara "neşopandinê" hat dayîn.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li gorî îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik ku der barê 669 kesan de îfade dabû, di 25'ê nîsanê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê dabû. Ji zêdetirî 190 kesên hatibûn binçavkirin nêzî 50 kes hatibûn girtin. Dozgeriya Komarê ya Amedê di lêpirsîna der barê rojnamevan Hakki Boltan de ku îfade li ser wî hatibû dayîn, biryara neşopandinê da.    Dozgeriyê di biryara xwe ya neşopandinê de, destnîşan kir ku di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Akbiyik de tu unsûreke sûcî ya "endamtiya rêxistinê" ku Boltan bê tê sûcdarkirin, nehatiye tespîtkirin. Di biryarê de hat bibîrxist ku ji bo sûcê "endamtiya rêxistinê" çêbibe, divê pêwendiyeke organîk bi rêxistinê re hebe.    Di biryarê de hat destnîşankirin ku pêwendiya organîk a bi rêxistinê ya Boltan û beşdariya wî ya berdewamî ya nava çalakiyên rêxistinê nehatiye tespîtkirin.