Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe 2023-11-18 09:01:12   SÊRT - Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn ku li Girtîgeha Tîpa M'yê ya Êlihê hevdîtin bi girtiyê nexweş Abdûlhalîm Kaya yê 80 salî re kir got: "Demildest divê bê berdan û di şert û mercên baş de bê dermankirin."    Li girtiyê nexweş Abdulhalîm Kaya yê 80 salî, ji ber daxuyaniyeke çapemeniyê ku di sala 2008'an de beşdarî wê bûbû bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 5 sal cez ahat birîn û Dadgeha Bilind cezayê li Kaya hat birîn di sala 2011'an de pesend kir. Kaya ku li Bûrsayê ji ber nexweşîna prostatê emeliyat bû, di 14'ê mijdara 2020'an de hat girtin û ew xistin Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê. Kaya li vir 60 rojî bi tena serê xwe di hucreyekê de hat hiştin û piştî serlêdanan di 4'ê çileya 2021'ê de cezayê wî ji bo 6 mehan hat taloqkirin. Piştî taloqkirina ceza Kaya hat Sêrtê û li vir tedawiya xwe domand.    ATK: DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Kaya tevî nexweşînên xwe jî di 31'ê adara 2023'yan de car din hat girtin û ew xistin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Parêzerên malbatê ji bo taloqkirina ceza serlêdan kirin, lê ji ber ku Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê di 31'ê tebaxê de rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da, serlêdan hat redkirin.    NEXWEŞXANEYA DEWLETÊ: NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIMÎNE   Kaya ku çavê wî yê çepê nabîne û guhê wî yê çepê nabihîse, gurçikên wî xera bûne. Kaya ku nexweşîna demansê jî lê peyda bûye, ji ber nexweşîna dil salek berê anjiyo bûye. Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê di 12'ê cotmeha 2022'yan de rapora "ji sedî 93 astengdar e" da Kaya. Nexweşxaneyê di raporê de diyar kir ku "Kaya nikare bi tena serê xwe bidomîne."    KAYA: BAVÊ MIN BER BI MIRINÊ VE DIŞÎNIN   Felemez Kaya bertek nîşanî neberdana bavê xwe de û got ku ATK'ê bi rapora xwe ya "dikare di girtîgehê de bimîne" bavê wî ber bi mirinê ve şandiye. Kaya da zanîn ku di 10'ê mijdarê de çûye cem bavê xwe û ev tişt gotin: "Rewşa wî qet nebaş bû. Nikare pêdiviyên xwe yên serşûştinê û lawaboyê dabîn bike. Gelek nexweşînên wî hene. Lê dîsa jî nayê berdan. Di girtîgehê de ragirtina kesekî 80 salî bêwijdanî ye. Gava min dibîne dibêje 'Ez li vir deyax nakim. Ger min bernedin ez ê li vir bimirim. Xew bi çavê min nakeve.' Divê bavê min bê dermankirin. Lê ya tê kirin zilm e. Demildest divê bê berdan. Ya tê kirin ne hiqûqî û mirovî ye."    SEROKÊ BAROYÊ: ME BERSIVEKE ERÊNÎ NESTAND   Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn jî di 16'ê mijdarê de li Girtîgeha Tîpa M'yê ya Êlihê serdana girtiyê nexweş Kaya kir. Alptekîn ku têkildarî rewşa Kaya ji ajansa me re axivî got: "Gava min hevdîtin pê re kir, ji ber temenê wî û nexweşînên wî pêwendîdanîn zehmet bû. Nexweşîna dilî û gurçikan pê re heye û ji sedî 93 rapora wî ya astengdariyê heye, lê ATK'ê serlêdanên me bi neyînî bersivand." Alptekîn da zanîn ku herî dawî ji bo karbidestiya serokkomar a ji bo girtiyên nexweş serlêdan kirine, lê di 15'ê mijdarê de bersiva ku ewraq kêm in ji wan re hatiye.    'DEMILDEST DIVÊ BÊ BERDAN'   Alptekîn destnîşan kir ku ji bo Kaya her diçe wext kêm dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pir pêdivî bi piştgiriya rayedaran û raya giştî heye. Bi xemgînê dibêjim ku her diçe wext ji bo wî kêm dibe. Demildest divê bê berdan û dermankirin."    MA / Fethî Balaman