Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin 2023-11-18 09:01:56   STENBOL - Sibê dê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin. Nûnerên saziyan ku ji bo meşê bang kirin, gotin: "Ji bo avakirina jiyaneke di çarçoveya aştiyê de em bi hev re bimeşin."    Bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 32 meh in tu agahî jê nayên girtin û azadiya wî ya fizîkî, dê li Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin. Meşa li bajarên Kurdistanê îro dest pê kir, lê baskê meşê ya li bajarên Tirkiyeyê dê sibê dest pê bike.    Nûnerên saziyan têkildarî wate û girîngiya meşa ku dê ji Stenbolê dest pê bike axivîn û ji bo beşdariyê bang kirin.    OZTURK: DIXWAZIN OCALAN BIDIN JIBÎRKIRIN   Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevî hemû hewldanên xwe yên ji bo çareseriyê jî bi awayekî derhiqûqî di şert û mercên tecrîdeke girankirî de tê girtin û got: "Ev êdî bûye rêbazek û dixwazin wê wekî rêbazeke mayinde li tevahiya civakê pêk bînin. Em vê ji krîzên aborî, civakî û siyasî yên heyî baş fêm dikin. Hewldanên birêz Ocalan ên ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin ji sala 1993'yan ve hene û vê yekê di şert û mercên tecrîda girankirî yên li Îmraliyê de jî domand. Lê pozîsyona çareseriyê ya birêz Ocalan ji aliyê dewletê ve wekî polîtîkayekê nehat qebûlkirin û dixwazin birêz Ocalan bi gelê kurd bidin jibîrkirin. Hewl didin bi tu awayî dengê wî negihê derve. Ji ber vê 32 meh in em bi tu awayî agahiyê jê nagirin."    GIRÎNGIYA MEŞÊ   Ozturk destnîşan kir ku çareserkirina meseleya kurd û avakirina demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe û got ku ji ber vê meşa Gemlîkê xwedî wateyeke mezin e. Ozturk wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê li dijî vê bêhiqûqîtiyê tenê ne gelê kurd hemû kesên xwedî wijdan û demokrasîxwaza helwestekê nîşan bidin û deng derxin. Lewma em tenê bang li gelê kurd nakin, em bang li tevahiya gelên Rojhilata Navîn dikin ku ber bi Gemlîkê ve bimeşin."    KARADAG: TEMÎNATA ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE   Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Stenbolê Mehmet Karadag jî diyar kir ku Tirkiye ji sala 2015'an ve di warê siyasî, aborî û navneteweyî de her diçe dixitime û tenake xelasiya ji vê rewşê jî azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Karadag destnîşan kir ku Meşa Gemlîkê dê di çarçoveya daxwazên herî bingehîn de bê lidarxistin û got: "Bi tecrîd Îmraliyê re welêt tev tê tecrîdkirin. Jib o rakirina vê tecrîdê û çareserkirina meseleyan divê hemû gelên Tirkiyeyê pitşgiriya me bikin û pêşengtiyê bikin. Banga me ya ji bo Meşa Gemlîkê bi vî awayî ye. Werin hûn jî pêşengtiyê bikin. Pêvajoyeke xitimandî, gelên vederkirî, zimanên tune tên hesibandin hene. Çareserkirina vê li Îmraliyê ye, azadiya birêz Ocalan e. Dê bi azadiya birêz Ocalan re bêhan gelên Tirkiyeyê derkeve. Tekane çareya îstiqrara demokrasiyê birêz Ocalan e. Tekane temînata vê jî Îmralî ye."    DEMÎR: EM JI BO AVAKIRINA AŞTIYÊ BIMEŞIN   Hevseroka MA-TUHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîrê jî destnîşan kir ku daxwaza meşê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî ye. Demîr bilêv kir ku meş di heman demê de xwedî wateyeke ji bo avakirina aştiya civakî ye jî û wiha bang li her kesî kir: "Di serî de jin, bi giştî ciwan, kedkar û hemû gelên bindest werin em bi hev re li dijî zilmê û qirkirina jinan û ji bo aştiyeke civakî bimeşin."    CENGÎZ: MEŞ BANGEKE KU DEWLET LI GORÎ QANÛNÊN XWE TEVBIGERE   Ji hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz jî ku Meşa Gemlîkê wekî "Banga divê dewlet li dijî tecrîda Îmraliyê li gorî qanûnan tevbigere" pênase kir got: "Divê bi hêz xwedî li vê bangê bê derketin. lis eranserê cîhanê şer zêde bûne. Di vê heyamê de banga ji bo aştiyê peywireke mirovahiyê ye. Bi rola birêz Ocalan a di vî warî de jît ê zanîn. Ez yeqîn dikim di wexteke wiha de ku mafê demokratîk ê herî biçûk jî nayê bilêvkirin, dê beranberiyek ji bo vê bangawaziyê çêbibe."    MA / Îbrahîm Irmak - Omer Îbrahîmoglû