Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn 2023-11-18 09:58:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Qovancilar a Xarpêtê bi pileya 3.3 û 3.6’an du erdhej li pey hev çêbûn.    Îro serê sibê li navçeya Qovancilar a Xarpêtê li ser hev du erdhej çêbûn. Li gorî agahiyên Rasatxaneya Kandîlliyê, di saet 07.44’an de li taxa Aşagi Kanatli ya navçeya Qovancilarê bi pileya 3.3 erdehejek çêbû. Li gorî agahiyan erdhej 9.2 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.    40 saniye piştî vê erdhejê li taxa Karasûngûr a girêdayî Qovancilarê, bi pileya 3.6 erdhejek din çêbû. Li gorî agahiyan ev erdhej jî 6.0 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.