ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-19 09:00:17     * Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê, li 14 girtiyên bi strana “Lê Amedê” re govend gerandin cezayê dîsiplînê hate birîn.    * Aktîvîst Laurie Debeni destnîşan kir ku piştî qanûna qedexekirina kurtajê, di maha çileya sala 2021'ê de li Polonyayê kete dewrê, bi sedan jin jiyana xwe ji dest dan. Debeni da zanîn ku pergala desthilata zilam ji çareseriyê dûr e û ev peyam da jinên cîhanê: “Em ê cîhanê biguherînin. Em xurt tev li bibin, têkoşînê bidomînin.”    * Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji Amedê tev li Meşa Azadiyê bû, malavayiya kesên beşdarî meşê bûn kir û got: "Ji destê kê çi tê divê mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne. Heke deriyê Îmraliyê bê şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê."     * Di 19'emîn salvegera qetilkirina Ûgûr Kaymaz de, careke din êrişî gora wî hat kirin. Dayik Makbûle Kaymaz bertek nîşanî vê da û got: "Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?" Parêzer Erdal Kûzû jî têkildarî êrişê got ku bêdengiya dozgeran helwesta bîrdozî ya dewletê derdixîne holê.   * Meşa Azadiyê ya ber bi Gemlîkê ve ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd duh hatibû destpêkirin dê îro jî bidome.  (09.00-14.00) ZINDΠ   * TJA dê li Wan û Şirnexê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Jinan a Navneteweyî bide. (13.00-15.00)   * Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2'yemîn a TFF'ê de cih digire dê îro li sehaya xwe bi Fethiyesporê re bilîze. (14.00)