Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me? 2023-11-19 09:12:34 MÊRDÎN - Di 19'emîn salvegera qetilkirina Ûgûr Kaymaz de, careke din êrişî gora wî hat kirin. Dayik Makbûle Kaymaz bertek nîşanî vê da û got: "Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?" Parêzer Erdal Kûzû jî têkildarî êrişê got ku bêdengiya dozgeran helwesta bîrdozî ya dewletê derdixîne holê.    Di 21'ê mijdara 2004'an de li Qoser a Mêrdînê Ûgûr Kaymaz ê 12 salî tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz hat qetilkirin. Di rapora otopsiyê de hat diyarkirin ku Ûgûr Kaymaz bi 13 guleyan û bavê wî Ahmet Kaymaz jî bi 8 guleyan hatiye kuştin. Gava Kaymaz hat kuştin çekeke ji bedena wî mezintir danîbûn ber wî û Walîtiya Mêrdînê ya wê demê jî gotibû: "2 terorîstên gava amadekariya çalakiyekê dikirin hatin kuştin." Lê paşê gava yên hatine kuştin eşkere bûn, rayedaran xwe li bêdengiyê danî.    Çend rojek ji bo sala 19'emîn a qetilkirina bav û kur mabûn ku hin kesên nenas gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser hev du xera kirin.    DAYIK KAYMAZ: ROJA EW KUŞTIN LI BER ÇAVÊ MIN E   Dayika Ûgûr Kaymaz, Makbûle Kaymaz anî ziman ku 19 sal derbas bûne lê hê jî kuştina kurê wê û hevjînê wê wekî roja ewil li ber çavên wê ne û got: "Ketina wan ji ber çavê min naçe. Ez ji bîr nakim. Çi bikim jî ji ber çavê min naçe, ji dilê min dernakeve. Kurê min hê 12 salî bû. 13 gule. Ne yek ne du, 13 gule berdan canê wî. Zarokekî 12 salî bi 13 guleyan li ber mala wî kuştin. Ma zarokeke 12 salî û terorîst be? Gotin terorîst e û ew li ber derî kuştin. Înşele neyê serê tu kesî. Belasebeb ew kuştin."    Kaymaz, destnîşan kir ku piştî 19 salan vê carê jî êrişî gora kurê wê û hevjînê wê hatiye kirin û got ku ev cara sêyan e ku gora kurê wê û hevjînê wê tê xerakirin. Dayik Kaymaz bilêv kir ku par dîsa êrişî goran hatiye kirin û kevirên gorê hemû bi çakûçan hatiye şikandin. Dayik Kaymazê wiha domand: "Wê gavê em fikirîn ku zarok wiha kiribin. Lewma me nexwest bibe rojev. Me car din gora wan çêkir. Me got tişt nabe. Lê îsal gava ez çûm ser gora wan, min dî kevirên gorên wan şikandine. Ne carek ne du car. Sê caran êrişî gorên wan kirine. Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me? Doza çi li gorên me dikin. Em qebûl nakin. 19 sal derbas bûn. Ji nû ve birîne me kûr dikin. Lê heya sax bim ez ê vê birînê jibîr nekim."    Dayik Kaymaz, destnîşan kir ku berê jî kincên xwînî yên Ûgûr Kaymaz û bavê wî ji wan re hatine şandin û got: "Çima birîna me kûr dikin. Jixwe kujerên wan li derve ne. Kesî tiştek nekir. Lê em dest ji doza xwe bernadin. Qethiyen em qebûl nakin."    PARÊZER KÛZÛ: HELWESTA DEWLETÊ   Parêzerê malbata Kaymaz Erdal Kûzû anî ziman ku doza Ûgûr Kaymaz mînaka herî girîng a polîtîkaya bêcezatiyê ya li Tirkiyeyê ye.    Kûzû destnîşan kir ku ew helwesta bîrdozî ya dewletê di dosyeyên doza girtina siyasetmedarên kurd, kuştina sivîlan, dozên JÎTEM'ê yên têkildarî cînayetên salên 1990'î û dozên kiryarên zarokên biçûk de dibînin û wiha pê de çû: "Di 19 salan de tuşt neguherî. Berevajî wê, awayên darizandinê yên neadil girantir bûn û kiryar bêtir hatin parastin. Îro em bi vê re rû bi rû ne. Têkoşîna hiqûqî ya tê kirin jî ji bo teşhîrkirina vê pergalê ye."    ‘LÊKOLÎNKIRINA ÊRIŞÊ PEYWIRA DOZGERAN E'   Kûzû êrişên li ser gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî jî nirxandin û wiha got: "Tespîtkirina kiryaran di serî de peywira dozgeran e. Bi lêpirsîneke çalak eşkerekirina vê bêrêzîtiyê û cezakirina wan peywira dozgeran e. Lê me heya niha nedîtiye ku dozger ji bo tiştên bi vî rengî tiştek kiribin. Tew car heye bi feramana dozgeran ev tişt hatin kirin. Ev jî helwesta bîrdozî ya dewletê derdixe holê. Ez wiha difikirim ku dewlet bi awayekî pir zelal nêrîna xwe eşkere kiriye. Feraseta bîrdozî ya di dema avakirina dewletê de, di şexsê Ûgûr Kaymaz de yan jî di êrişa li ser gora wî de tê dîtin. Tespîtkirina êrişkaran peywira dozgeran e. Ev di qanûnê de j wiha ye."    MA / Ahmet Kanbal