Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn 2023-11-19 09:18:12   ENQERE - Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê li 14 girtiyên li ber strana “Lê Amedê” govend gerandin cezayê disiplînê hate birîn.    Li 14 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 1 a Ewlehiya Bilind a Sîncanê tên ragirtin, bi hinceta ku li ber strana kurdî govend gerandine cezayê disiplînê hate birîn. Kinyas Ataman ku di 15’ê tebaxê de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî, Ataman, hîn bû ku daweta sê biraziyên wî heye. Piştî hevdîtinê jî vegeriya odeya xwe, bi hevalên xwe re stranên kurdî striya, li ber govend gerand û govenda wan bi qasî 15 deqeyan berdewam kir. Di vê navberê de bêyî ku bên hişyarkirin, derheqê wan de girtek hate girtin.    STRANA 'LÊ AMEDÊ' KIRIN SÛC    Desteya Disiplînê ya Girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin û di lêpirsîna xwe de strana “Lê Amedê” (https://www.youtube.com/watch?v=I4EktYuZFY8) ku aydê hunermenda kurd Raperînê ye û dirûşmên “Bijî Gerîla” û “Bijî Serok Apo” weke sûc hatin destnîşankirin.    LÊGERÎNA DI GOOGLEYÊ DE DI LÊPIRSÎNÊ DE YE   Desteya Disiplînê strana “Lê Amedê” di Googleyê de geriya û gotinên wê yên kurdî û tirkî xistin nav girtekê. Desteya Disiplînê pişt re îfadeyên Hakîm Sûngûr, Orhan Yakişir, Hasan Aşkin, Hasan Ûmût Ozer, Mehmet Halîs Vûral, Kinyas Ataman, Azîz Aktaş, Harûn Ataman, Mehmet Akyuz, Nûrî Vûral, Huseyîn Yildiz, Osman Yalavûz, Şadî Mûhammed û Mûrat Kaçar wergirt.    GIRTÎ LI DIJÎ DERKETIN    Girtiyan xwestin îfadeya xwe bi kurdî bidin lê bi hinceta “wergêrê kurdî nîne” nehate qebûlkirin. Girtî Kinyas Ataman di îfadeya xwe de serpêhatiya bûyerê vegot û xwest ku axaftina wî ya li ser telefonê jî li dosyaya lêpirsînê were zêdekirin. Girtiyên din ên îfadeyên wan hatin wergirtin jî heman îfade dan. Girtiyan anîn ziman ku dirûşmên bûne mijara lêpirsînê berz nekirine. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya çar gardiyanan jî hatiye wergirtin. Gardiyanan îdia kirin ku girtiyan îdia kiriye ku dirûşm berzkirine.    HEVGIRTINÊ XURT DIKE!   Desteya Disiplînê ji ber lêpirsîna hatiye destpêkirin kamerayên cihê hewadariyê temaşe kirin. Hate diyarkirin ku di qeydên kamerayê de govend hatiye girtin lê diyardeyeke ku dirûşm hatine berzkirin nîne. Tevî vê yekê Desteya Disiplînê îdia kir ku stran “peyamên rêxistinî” digire nava xwe. Lijneyê stran weke “hevgirtina rêxistinî xurt dike, pêsnê hêmanên sûc dide, pesnê çalakiyên di çarçoveya armanca rêxistinê de pêk hatine dide” nirxand. Di strana ku kirin mijara sûc de gotinên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Gerîla” cih nagirin. Desteyê axaftina bi telefonê ya girtî Ataman jî nexist nava dosyaya lêpirsînê.   MEHEKÊ CEZA DAN   Desteya Disiplînê cih da sedema girtina girtiyên der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û îdia kir ku 15’ê Tebaxê salvegera çalakiya mezin a ewil a PKK’ê ye û girtiyan ji ber vê yekê govend gerandine. Desteyê her wiha îdia kir ku dewlet ji ber girtiyan stran gotine û govend gerandine pergala saziya dewletê xera kirine û girtî bi stran û govanda xwe bûne “mînakeke nebaş.”   Desteyê di encama lêpirsînê de di 31’ê tebaxê de biryar da ku mafê girtiyan ê agahî girtin û ragihandinê û hevdîtinên bi malbatên wan re ji bo mehekê bên qedexekirin.    ÎTÎRAZÎ CEZA HATE KIRIN    Girtiyan, îtîrazî biryara ku Desteya Dîsîplînê wergirtiye kirin. Girtiyên ku di 4’ê îlonê de serî li 1’emîn Dadgeha Înfazê ya Rojava ya Enqereyê dan, di îfadeyên xwe de gotin ku girtiyên PKK’î ne û dema têkildarî 15’ê Tebaxê an jî rojeke din pîrozbahî kirin dê vê yekê biparêzin û xwedî lê derkevin lê govenda hatiye gerandin ji ber dawetê gerandine. Girtiyan derketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 9’ê Cotmeha 1998’an de û pêvajoya anîna wî ya Girava Îmraliyê weke komploya navneteweyî nirxandin û bertek nîşan dan.    Dadgehê di 24’ê cotmehê de cezayê disiplînê yê desteyê li girityan birî guncav dît û daxwaza girtiyan qebûl nekir. Girtiyan mijar bir 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rojava ya Enqereyê. Dadgehê di 10’ê mijdarê de daxwaza girtiyan qebûl nekir û biryara desteyê pejirand.    MA / Mehmet Aslan