Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû 2023-11-19 10:46:20 AMED - Komeleya Alîgirên Amedsporê konferansa xwe li dar xist û rojeva sereke ya konferansê koçberî û bendîbûna tiryakê bû. Beşdarên konferansê diyar kirin ku dê li dijî her cureyên zextê xwedî li tîma xwe derkevin.    Komeleya Alîgirên Amedsporê duh bi dirûşma “Alîgirên Amedsporê pêşerojê nîqaş dike”  konferansa xwe li dar xist. Ji rêveberî û komên alîgiran gelek kes tev li konferansê bûn. Ji bendîbûna tiryakê heta koçberiyê gelek mijar di konferansê de hatin nîqaşkirin.    'DIXWAZIN CIWANAN APOLÎTÎK BIKIN’    Ji beşdarên konferansê û Serokê Amedsporê yê berê Metîn Kilavûz diyar kir ku kluba wan di qada sporê de mohra xwe li gelek tiştên ewil daye û wiha got: “Bawerim li Tirkiyeyê cara ewil e koma alîgiran ji bo nîqaşkirina pirsgirêkan tê ba hev û konferansê li dar dixe. Ciwan tên ba hev û li ser pirsgirêkên girîng ên bajar diaxivin. Hewl didin çareseriyeke hevpar peyda bikin. Ev tiştekî girîng e. Pirsgirêka koçberiyê, birîneke xedar e. Niha di nava sihbeta gel a nava rojê de mijara herî zêde tê axaftin koçberiya derveyî welat e. Ev ne pirsgirêkeke niha ye, pirsgirêkeke sed salî ye. Girîng e ku ev mijar li Amedê were nîqaşkirin.”    Bi domdarî Kilavuz ev tişt anî ziman: “Qada sporê bi sala ye li gorî feraseta tehekûmkar a modernîteya kapîtalîst tê birêvebirin. Em dizanin bê ka pergala futbolê çawa hatiye avakirin. Dema em lê dinêrin, hewl didin bi rêya futbolê ciwanan apolîtîk bikin. Alîgirên Amedsporê li Tirkiye û cîhanê gihiştiye astekî cuda. Sporê weke zimanê aştiyê bi kar tîne.”    'EM TÊK NAÇIN’   Ji beşdaran Heval Çelîk jî diyar kir ku Amedspor di nava gelan de weke “Tîma neteweyî” tê dîtin û wiha got: “Hewl didin me têk bibin lê em têk naçin. Li dijî zilmê em ê li trîbûnan hev bigirin. Tevahiya van zextan faşîstane ne. Kurdbûn û navê me besî dike. Em ê li trîbûnan bi dengekî bilind li dijî faşîzmê derkevin. Amedspor heye û dê her hebe.”   CIVAKEKE ZANA, TRÎBÛNEKE ÇANDEYAR   Berdan Çelîk jî bertek nîşanî gotinên “xwişk-biratiyê” û destnîşan kir ku di her musabeqeyê de êrişên li dijî wan zêde dibin. Çelîk, wiha pê de çû: “Ev, xwişk-biratî nîne. Sekna me bi xweşiya wan naçe. Navê me bi kurdî ye û gelemperiya alîgirên me kurd in lewma faşîstiyê dikin. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Tu zext nikarin me têk bibin. Polîtîkayên şerê taybet ên AKP-MHP’ê, polîtîkayên pişaftinê yên li dijî me her tim didomin. Hewl didin Amedsporê ji holê rakin. Hewl didin hemû navên bi kurdî yên li Kurdistanê ji holê rakin. Amedspor jî dê li dijî polîtîkayên şerê taybet bibe qada me ya berxwedanê. Dirûşma me jî ‘Civakeke zana, ciwanên ronak, trîbûnên çandeyar’ e.”    ‘ALÎGIR LI SER PÊYAN E’   Îlayda Kayar jî daxuyand ku tevî ewqas zext û qedexeyan jî tîma wan bi sala ye li ser pêya ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê tîma vî vajarî ye. Ev, tîma gel e. Bêguman Amedspor hêza xwe ji gel digire. Weke alîgir em her tim ser pêyan e. Alîgirên me berxwedêr in. Bi rastî jî em bi vê serfiraz in.”    Têkildarî mijarê Hasan Kaya jî anî ziman ku ew zarokên Amedê ne û ji roja dayik bûne heta niha alîgiriya tîma xwe dikin. Kaya, axaftina xwe wiha qedand: “Amedspor, felsefeyeke. Şêweyeke jiyanê ye. Heta ku alîgirên me hebin dê Amedspor jî hebe. Ne 5-10 sal, dixwazin bila di tevahiya jiyana xwe de qedexeya deplasmanê bînin. Bila bizanin ku Amedspor li ku be, alîgirên wê li wir in. Tîma gel e, gel jî bi wan re ye. Em mîna malekê ne, deriyê me ji bo her kesî vekirî ye. Kî kengî bixwaze dikare bê komeleya me.”