Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin 2023-11-19 10:53:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji rêveberên çeteya tiryakê Christijan Palic ku bi bultena şîn a Interpolê lê dihat gerîn, li Stenbolê hate girtin.  Ji rêveberên çeteya tiryakê ya “Baskê Balkanan a Rojava” Christijan Palic ku bi bultena şîn a Înterpolê lêgerîna wî hebû, li Beşîktaş a Stenbolê hate girtin. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî operasyona “Kartel-3” agahî da û da zanîn ku Palic ê bi eslê xwe ji Hirvatistanê hatiye girtin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku çendek roj berê jî rêveberê çeteya tiryakê ya “Kompanio Bello” Dritan Rexhepi” li Stenbolê hatibû girtin ku Îtalya û Arnavutluk bi bultena sor lê digeriyan û tiryakê ji Amerîkaya Başûr derbasî Ewropayê dike.