Amedspor li sehaya xwe beraber ma 2023-11-19 17:33:08     AMED - Amedspor li stadyûma xwe li gel Fethiyespor hat hemberî hev û bi 1-1 bi dawî bû.    Amedspor a ku di Grûba Sor a Lîga 2'yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê têkoşîna şampiyonê dide di hefteya 14'emîn a lîgê de li seha xwe bi Fethiyespor re hat hemberî hev. Tevî hewaya sar jî bi hezaran alîgirên Amedsporê li stadyûmê cihê xwe girtin. Di deqîqeya 6'an a lîstikê de lîstikvanê Amedsporê Berk Îsmaîl Unsal gola ewilî avêt û bi 1-0 ket pêş. Tîma mêvan Fethiyespor jî di deqîqeya 45'an de golek avêt Amedsporê û maç bû 1-1.    Di navbera maçê de stranên kurdî hatin guhdarkirin û alîgiran govend gerandin. Di beşa duyemîn a maçê de polîsan hewl da hin alîgiran binçav bike. Ev bû sedema hêrsa alîgiran. Alîgiran dirûşmên "Ev der Amed e, ji vir derketin nîne" û "Rêveberî xwedî li alîgiran derkeve" berz kirin.    Amedspor di beşa duyem3in de gelek pozîsyona çêkir lê jê sûd negirt û gol neavêt. Di encama têkoşînek xurt de jî maç 1-1 bi dawî bû.    Amedsporê bi vê maça dawî pûanê xwe derxist 31'an û lîderiya xwe di lîg3e de didomîne.    BERIYA MAÇÊ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Beriya maç dest pê bike, bi hinceta ku 4 kesan ranebûne ser pêya û Sirûda Îstîklalê nexwendine hatin binçavkirin. Hat zanîn yek ji binçavkiriyan endamê Meclisa Partiyê ya HEDEP'ê Muhsîn Aydogdû ye.    Polîs ketin nava alîgiran û ciwanan binçavkirin. Alîgiran nerazîbûn nîşanî polîsan da û bi dirûşmên "Nemerdno" û "Emniyet derkeve derve" hêrsa xwe nîşan dan.