Doz li zarokekî hat vekirin 2023-11-20 09:11:55   MÊRSÎN - Tevî rapora ku "sûc kiriye lê ne di ferqê de ye ku sûc kiriye" ya ATK’ê daye B.T. ê 14 salî jî der barê wî de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz hat vekirin.    Li Mêrsînê tevî ku Saziya Tiba Edlî rapora, “sûc kiriye lê ne di ferqê de ye ku sûc kiriye" da B.T. ê 14 salî jî lê dîsa jî der barê wî de doz hat vekirin. B.T. bi îdiaya ku li ser medya dîjîtal Tîktokê “propaganda rêxistinê kiriye” doz hat vekirin. 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê îdianameyê qebûl kir. Di îdianameyê de jî hatiye gotin ku rapora ATK’ê jî ku dibêje B.T. ne di ferqê de bûye ku sûc kiriye.    Di îdianameyê de tê gotin telefona B.T. hatiye lêkolînkirin û di telefona wî de stranên ku pesnê PKK/KCK'ê didin hatine dîtin û wêneyên PKK/KCK'ê û wêneyên endamên rêxistinê hatine dîtin. Hat îdiakirin ku “sûcê” navborî bi rêya çapemeniyê hatiye kirin û hat xwestin ji xalek ku zarokan kaş dike nav sûc ceza li B.T. bê birîn. Danişîna ewil a dozê dê di 27’ê kanûnê de bê lidarxistin.    ÇI BÛBÛ?   B.T. ê 14 salî li Mêrsînê dijî û xwendekarê dibistana navîn e. Bi hinceta ku li ser Tîktokê di navbera mijdara 2022’yan û tebaxa 2023’yan de parvekirinan kiriye û bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” di 27’ê îlonê de hat binçavkirin. B.T. bi şertê ku îmze bide qereqolê li Dadgeha Mêrsînê hatibû berdan.     MA / Ergîn Çaglar