Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin 2023-11-20 13:10:42   WAN - Ji ber barîna berfê gundên li herêma Serhedê, ji çûn û hatinê re hatin girtin.    Li herêma Serhedê duh bi şev barîna berfê dest pê kir û rêya sedan gundên li herêmê, ji ber barîna berfê hatin girtin. Çûn û hatina navçe û bajaran bi zehmetî tê kirin.   Berf herî zêde li navçe û ji 50’yan zêdetir gund û mezrayên Erdexan, Erzirom û li gundên Agiriyê barî û piraniya rêyên van deran ji ber berfê ji çûn û hatinê re hatin girtin. Li navçeya Miks a Wanê, rêya Wan û Colemêrgê û rêya Erzirom û Qersê jî ji ber barîna berfê, mesafeya dîtinê daket 10 mîtroyan.    Tê payîn ku dê li Wan, Agirî, Bedlîs, Erzirom, Colemêrg, Qers, Mûş û Erdexanê yên ji bo wan ji hêla Meteorolojiyê ve bi qoda zer û porteqalî hişyarî hatibûn kirin, dê îşev berf bibare.