Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin 2023-11-20 13:35:18   AMED - Li Taxa Camiyê ya navçeya Farqîna Amedê ji ber barîna barana zêde, dikan bi xetereya ku av bikevê re rûbirû ne.    Duh êvarî ji ber barîna barana zêde li gelek navçe û bajarên Kurdistanê lehî rabû û 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Li Taxa Camiyê ya navçeya Farqîna Amedê jî dikanên gel bi xetereya ku av bikevê re rûbirû man. Li kolanekê dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin ku dikanên wan di bin avê de nemînin.    Dikandarên li kolanê bertek nîşan dan û dan zanîn ku her sal kolana wan di bin avê de dimîne. Dikandaran anî ziman ku heke ew bi derfetên xwe rêya avê negirin, wê dikanên wan di bin avê de bimîne. Dikandaran bi lêv kir ku ew mexdûr bûne û xwestin ji bo wan çareseriyek bê dîtin.