Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man 2023-11-20 15:07:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Parazvanên mafên mirovan diyar kirin ku li Tirkiyeyê maf tenê li ser kaxizê maye û xwestin ku ji bo guherîna tabloya tarî ya derketiye holê, Peymana Mafên Zarokan bê pêkanîn.    Têkildarî 20’ê Mijdarê Roja Mafên Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya hate dayîn de bal hate kişandin ser sûcên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê li dijî zarokan tên kirin û hate xwestin ku Peymana Mafên Zarokan were pêkanîn.    AMED    Baroya Amedê li avahiya xwe ya baroyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Sekretera Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Buşra Guger axivî. Guger a bal kişand ser erdheja 6’ê sibatê ya navenda wê Mereş, pêvajoya şer a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kuştina sivîlan a li Xezayê anî ziman ku di van pêvajoyan de herî zêde zarokan zirar dît. Guger, da zanîn ku di êrişên li dijî sivîlan ên xezayê de bi ser 3 hezaran zarokan jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku di pêvajoya şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji sala 2011’an ve nêzî 30 hezar zarokan jiyana xwe ji dest daye. Guger, bi lêv kir ku dê weke Navenda Mafên Zarokan a Baroyê li dijî her cure binpêkirinên zarok rastî wan tên bisekin.    EDENE    Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de Rêvebera Şaxa ÎHD’ê Havîn Olmez metnê daxuyaniyê xwend.  Olmez, a têkildarî binpêkirinên mafan ên zarokên li Edeneyê axivî, bal kişand ser zarokên ku sûc pê didin kirin. Olmez a bal kişand ser Peymana Mafên Zarokan, diyar kir ku ji bo Peymana Mafên Zarokan were pêkanîn dê têkoşîna wan bidome.    MÊRSÎN    Şaxa ÎHD’a Mêrsînê di avahiya komeleya xwe de daxuyanî da. Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Gazî Încî bal kişand ser êrişên dewleta tirk û yên Îsraîlê. Încî, diyar kir ku di encama şer de li Xeza û Rojava zarok jiyana xwe ji dest didin û da zanîn ku li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de 22 zarok bi lêdana wesayîtên zirxî jiyana xwe ji dest dane û bal kişan dku 27 zarok jî birîndar bûne.    Încî, anî ziman ku rêya aştiya civakî ya li Tirkiyeyê di çareseriya pirsgirêka kurd re derbas dibe û wiha got: “Divê pirsgirêka kurd bi rêbaza diyalogê ya aştiyane were çareserkirin. Ji bo ku diyaloga aştiyane were avakirin divê tecrîd ji holê bê rakirin.”   HATAY   Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê têkildarî 20’ê Mijdarê di konteynira ku weke avahiya komeleya xwe bikartînin de civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya gelek kes tev li bûn de Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Adil Bahtiyar metnê daxuyaniyê xwend. Bahtiyar, diyar kir ku tabloya tarî ya têkildarî mafên zarokan ên li Tirkiyeyê derketiye holê, nîşan dide ku mafên zarokan li erdnîgariya me tenê li ser kaxizê maye û wiha got: “Gava yekemîn û girîng a damezrandina pêşerojeke xweş û aştiyane ya zarokên me, afirandina hawireke aştiyane ye. Pêwîstiya zarokan herî zêde bi aştiyê heye.” Bahtîyar herî dawî pêşniyarên xwe rêz kirin.