4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin 2023-11-20 18:51:39   ÊLIH - Lalîhan Guner û 3 neviyên wê yên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin definkirin.    Li Êlihê ji ber barana zêde Lalîhan Guner a 54 salî û 3 neviyên wê yên temenê wan 1, 5 û 9 salî ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Her 4 kesên ku duh lehiyê ew dan ber xwe, îro danê sibehê hatin dîtin. Cenazeyê her 4 kesan piştî otopsiyê li Goristana Asriyê hatin veşartin.    Parlementerên HEDEP’ê yên Êlîhê Zeynep Odûncû û Mehmet Ruştu Tiryarkî, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, HEDEP, DBP, HDP û gelek kes beşdarî merasîma cenazeyan bûn. Her 4 cenaze piştî wecîbeyên olî, hatin veşartin.