Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin 2023-11-21 09:04:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kampa Mexmûrê ku bi paradîgmaya modernîteya demokratîk pergalek ava kirine, li dor destkeftiyên ku li dijî pergala kapîtalîst bi dest xistine bûne xelek, têkoşînê xurt dikin.    25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî nêz dibe. Jinên kurd ên di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên "ewlehîparêz" ên Tirkiyeyê koçî Başûrê Kurdistanê kirine, bi her awayî rastî tundiyê tên.   Jinên li Kampa Mexmûrê ku di sala 1998'an de ji aliyê Neteweyên yekbûyî (NY) ve hat avakirin, ji aliyekî ve rastî êriş û ambagaroyên Tirkiyeyê û PDK'ê tên, li aliyê din jî li dijî feraseta mêrserwer têdikoşin. Jinên rastî tundiyê tên jî wekî çareseriyê xwe disipêrin paradîgmaya "demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Li kampê ku ji sala 2007'an ve bi paradîgmaya modernîteya demokratîk tê birêvebirin, jin li hemû qadên jiyanê çalak bûne. Jinên ku ji komunên taxan heya Meclisên jinan û ji rêveberiya şaredariyê heya parastina kampê di hemû qadan de cih digirin, her wiha bi akademiya ku ava kirine re jî di warê zayendê de serwext dibin.    Jinên ku di sala 2003'yan de Meclisa Îştarê ava kirin, li Akademiya Şehîd Jiyanê perwerdehiya xweparastinê, polîtîkayên şerê taybet, dîroka jinê û têkoşîna azadiyê didin. Ji Rêveberên Akademiya Şehîd Jiyanê Berîvan Bohtî û jinên li kampê, behsa têkoşîna xwe ya li dijî tundiya mêrserweriyê kirin.    Botiyê diyar kir ku li çar hawirdorên cîhanê tundiya li ser jinê zêde bûye û got ku bi vê re têkoşîna jinê jî bilind bûye. Botiyê wiha got: "Jin, li dijî polîtîkayên tundiyê yên desthilatê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezin kirin. Jin, ji bo li dijî parçekirinê ya bi destê pergalê tê kirin û li dijî tundiyê helwesteke xurt nîşan bidin, divê bêtir bibin yek û di warê zayendiyê de serwext bin."    PÊŞENGÊN JIYANA AZAD   Botiyê da zanîn ku li kampê li dijî feraseta mêrserrwer saziyên jinan hatine avakirin û domand: "Çendî li vir jin xwe nas kiribin û hin destkeftî bi dest xistibin jî, hê jî feraseteke mêrserwer heye. Em bi avakirina saziyên jinan li dijî vê pergala mêrserwer têdikoşin. Jin bi hev re tevdigerin. Em girîngiyê didin perwerdehiya jinan. Li kampa me ên herî zêde ji bo azadiyê têdikoşin û pêşengiya civakê dikin jin in. Di paradîgmaya me de jî girîngiyeke zêde ji bo têkoşîna jinê heye. Jin li hemû qadên jiyanê ne û saziyên xwe ava kirine. Jinên li vir hem xwe bi perwerde dikin hem jî xwe nas dikin. Çendî kêmasî hebin jî, lê em dikarin bibêjin ku li gor derdorên din pşketîtir in. Jin xwe diparêzin û li dijî tundiyê têdikoşin. Meclisa Îştarê alîkariya jinên mexdûr dike. Her wiha perwerdehiyên ji bo serwextkirinê jî hene. Hêleke wê ya din jî xweparastin e. Gava jin xwe biparêze, dikare li ber tundiyê rabe. Bi qasî serwextkirina jinan, serwextkirina mêran jî girîng e. Rêya avakirina jiyana bi hev re ev e."    AMBARGO Û ÊRIŞÊN HEWAYÎ   Botiyê anî ziman ku têkoşîna li kampê têkoşîneke 25 salan e û wiha pê de çû: "Mirovên li kampê, ji bo nasnameya xwe û azadiya xwe heya niha têkoşiyane. Li cîhanê mînakên vê pir kêm in. Gelê li vir, gelekî rêxistinkirî û têkoşer e. Ev yek hem bandorê li civakê hem jî li jinan dike. Beşdariya jinê ya li nav rêveberiyê gelekî girîng e. Helbet jinan bi têkoşîna xwe ev destkeftî bi dest xistin. Li kampê tundiya herî mezin êrişên hewayî ne. Bandorên van êrişan herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Tundiya din jî ambargoya li ser kampê ye. Astengkirina derketina ji kampê û pêwendîdanîna bi mirovên din re, tundî ye. Her wiha bi têlan girtina derdora kampa me jî tundî ye. Li aliyekî êrişên DAIŞ'ê li aliyên din pevçûnên di navbera Artêşa Iraqê û PDK'ê de yên li Çiyayê Qereçoxê jî tundî ye."    FELSEFEYA ABDULLAH OCALAN   Botiyê bal kişand ser felsefeya "Jin, jiyan, azadî" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Birêz Abdullah Ocalan got 'jin jiyan e, jiyan jî azadî ye' û bi vê bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê. Ev gotin tenê wekî dirûşmeyekê nayê bikaranîn, felsefeyeke ku rastiyeke wê ya xwezayî heye. Têkoşîna me ya li kampê jî li ser vî esasî ye."    ‘35 SAL BERÊ JIN TUNE BÛ'   Şêniya kampê Sûltan Yildiztan a 51 salî jî, da zanîn ku 35 sal berê ji Tirkiyeyê hatine koçberkirin û li Başûrê Kurdistanê bûne penaber. Yildiztanê got: "Di navbera wê pêvajoya em ji Bakurê Kurdistanê derketin û ya niha de ferqeke pir mezin heye. WÊ demê mafên jinan tune bûn. Jin tim dihat eciqandin. DI tu tiştî de biryara jinê tune bû an jî nikaribû biaxive. Ji lew re mêr rêveberê malê bû. Ew mêr, tenê xwedî gotin û biryarê bû. Gava bav ne li malê bûna, kurê malê muxatab bû. Gava bav biçûna cihekî malê teslîmî kur dikir. Lewma di navbera îro û duh de pir ferq heye."    ‘BI TÊKOŞÎNÊ RE FERASETA MÊR GUHERÎ'   Yildiztanê destnîşan kir ku bi saya tevgera azadiyê ya kurd îro ro jiyana xwe bi awayekî azad û wekehev didomînin û wiha berdewam kir: "Piştî têkoşîna şoreşger dest pê kir mêr jî hinekî guherîn. Gava em hin mêran dibînin em rêzgirî nêzî wan dibin. Helbet ev guherîn di he rkesî de çênebûye. Em vê di jiyanê de dibînin. Hin mêrên ku feraseta mêrserweriyê neşikandine jî hene. Ev feraset hê ji holê ranebûye. Piştî girîngiya azadiya jinê hat fêmkirin, civak û malbat guherîn. Ev guherîn, bi saya kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan çêbû."    PENABERÎ Û JIN   Yildiztanê bal kişand ser zor û zehmetiyên koçberiyê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Penaberî rêwîtiyeke zehmet e. Me di dema penaberiyê de fêm kir ku berxwedan jiyan e. Me di vê pêvajoyê de wateya azadiyê û jiyanê fêm kir. Em fêrî hezkirina ji welatê xwe bûn. Me di vê pêvajoyê de bêtir feraseta dewletê, civakê û mêr fêm kir û em bi nasnameya jinê hesiyan."    ‘EM Ê DEST JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNEDIN'   Ezîma Avyanî ya 43 salî jî bal kişand ser destkeftiyên jinan û got: "Jiyan tenê ne ji bo mêran e. Berê tu mafê jinan tune bû. Ji xeynî karê nav malê û zarokan bi tu awayî jinê nedidîtin. Lê piştî têkoşîna azadiyê gelek tişt guherîn. Me vê ferasetê li cem xwe şikand û niha pirnaiya karê kampê jin dikin. Di navbera rewşa me ya li Tirkiyeyê û vir ferqeke pir mezin heye. Li kampa me pêşeng jin in. Êdî em li meclisan, şaredariyan li her derê hene. Niha mêr bixwazin tahdeyê li jinan bikin jî nikarin, ditirsin. Ji lew re piştevaniya jinê xurt bûye. Tundî tu carî ne çareserî ye. Mafê tu kesî tune ku tahdeyê li kesekî/ê bike. Em hem karê malê dikin hem jî karê kampa xwe. Em dikarin karê malê taloq bikin, lê yê kampê na. Ji lew re em naxwazin destkeftiyên me ji dest me biçin."    'ME QALIBÊN KAPÎTALÎZMÊ ŞIKANDIN'   Viyan Bûdak a 23 salî jî destnîşan kir ku divê feraseta "jin nikare tu tiştî bike" bi temamî bê redkirin. Bûdakê destnîşan kir ku çi bikeve ser milê wan ew dikarin bikin û got: "Ger jin azad be, dê bibe xwedî vîn û hêzê. Ji bo vê jî divê em bidin dû rastiyê. Rastî evîn e. Evîn jî azadî ye. Azadî jî jiyaneke exlaqî û polîtîk e. Divê feraseta qirêj a li hemberî jinê bi temamî bê redkirin û em jinên ciwan divê fikirên azad bêtir ava bikin. Me li vir qalib û rolên ku kapîtalîzmê li jinan ferz kiriye şikandin. Jin bi xwe bawer in û vîna xwe datînin meydanê. Nîviyê saziyan ji jinan pêk tên. Em li hemû qadên jiyanê girîngiyê didin temsîliyeta wekhev. Jina ku bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk radibe dikare hemû ber»irsiyariya saziyekê hilgire."    MA / Omer Akin