Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin 2023-11-21 09:11:35   AMED - Li gundên Farqînê ji ber lehiyê zirarek mezin gihiştiye malê gundiyan. Gundiyan bertek nîşanî tevdîr negirtinê dan û dan zanîn ku pêvajoya hilbijatinê ji bo dengan tên, lê wekî din tu kes li deriyê wan nade.    Li ber lehiya ku li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê rabû, zirarek mezin gihand can, mal û milkên xelkê. Li gorî agahiyên dawî li Amedê kesek û li Êlihê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji bilî vê yekê jî gelek zirarek madî gihiştiye mal û milkê welatiyan. Li gundên Girhebeş, Weysikan, Siloqê û Fêra yên bi ser navçeya Farqîna Amedê ve zirarek mezin gihişt malên gundiyan û gelek zevî, bostan, baxçe û lodên kayê ketin ber lehiyê û pê re çûn. Li gundê Fêra ku ji nêzî 170-180 malan pêk tê,  gelek baxçeyên zerzevatê ji lehiyê zirar dîtin û bi saetan gundî nekaribûn ji malên xwe derbikevin. Her wiha 3 pir di nava gund de hene û pirekê ji lehiyê zirar dîtiye. Gundiyan bertek nîşanî tevdîrnegirtin Şaredariya Farqînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ne dan û ji bo ku careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin bang kirin.    JI BO PIRÊ SERLÊDAN KIRINE LÊ BÊBERSIV MAYE    Gundiyê bi navê Îbrahîm Ergun da zanîn ku 15 sal berê pirên nava gund xelet hatine çêkirin û got ku deriyên piran gelek biçûk in û têra ava lehiyê nakin. Ergun diyar kir ku lodên wan yên kayê tev şil bûne û heke kareke baş hatiba kirin ev zirar çênedibûn. Ergun anî ziman ku wan bi rêya keyayê gund ji bo pirên mezintir bên çêkirin serî li saziyên pêwendîdar dane û wiha got: “Heke pirên mezintir hatiban çêkirin, ev zirar çênedibûn. Ji ber lehiyê rê tev bûne herî û şagirtên me nekarin îro biçin dibistanê. Divê rayedar hatiban û li rewşê nihêrîban. Piştî lehiyê tu kes nehat û li halê me nepirsî. Gava dibe zivistan belkî 9-10 caran em bi bûyerên wiha re rûbirû dimînin, lê heta niha tu kesî pirsa me nekiriye. Rêyên me tev herî ne û wesayît nikarin tê re derbas bibin. Heke werin rêyên me çêkin û tevdîr bên girtin wê ewqas zirar negihîje gund jî.”    ‘QEYMEQAMÎ LI DERDÊ WAN GUHDAR NEKIRIYE’    Gundiyê bi navê Îhsan Gezîcî jî ku baxçeyê wî yê zerzevatê zirarek mezin dîtiye, da zanîn ku vê lehiyê zirarek mezin daye mal û milkê xelkê. Gezîcî anî ziman ku divê şaredarî pêşî li ber bûyerên wiha bigire û çareyekê bibîne. Gezîcî diyar kir ku heta niha tu rayedar nehatine vir û tu xebat nekirine û wiha got: “Ev der jî mîna bajarekî ye, bûye tax. Divê çareseriyek bê dîtin. Em çûn bi qeymeqam re me yê hevdîtinê bikira, lê ji ber ku li cihê xwe nebû, me nekaribû derdê xwe bibêjin. Me daxwazname nivîsandin, lê tu bersiv jî nehat dayîn. Em bi baxçeyên xwe debara xwe dikin. Firingî, îsot, bacanê reş hwd. Weke hûn jî dibînin lehî hat û hemû bi xwe re biriye. Dema lehî li vî çemî radibe ji bo zar û zêçên me jî xetereyê çêdike. Heke her du aliyên çem bi betonê bê çêkirin, wê gelek baş be. Gava pêvajoyên hilbijartinê tên, lê gava pêvajo diqede careke din nayên. Xwesteka me ew e ku pirek ji bo me bê çêkirin û çareseriyek jî ji bo ava çem bê dîtin. Zarokên me nikarin biçin dibistanê, heke nexweşek me çêbibe, ambûlans nikare bê ber derî. Dapîra min 100 salî ye û nexweş bikeve ez ê çawa wê bibim taxa hember? Lewma divê ji bo mala me pirêk bê çêkirin. Heke pir nebe jî bila çareseriyeke din bibînin.”   MA / Bazîd Evren