Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin 2023-11-21 11:56:48     WAN - Li bajarên herêma Serhedê ev du roj in berf dibare. Ji ber berfê rêyên gelek gundan hatin girtin û ajokar û rêwî di rêyan de asê man. Li hinek navendan jî ji bo perwerdeyê navber hate dayîn.    Li bajarên herêma Serhedê ev du roj in berf dibare û bandoreke neyînî li ser jiyana xelkê herêmê dike. Ji ber barîna berfê, li gelek bajaran rêyên bi sedan gund, tax û mezrayan hatin girtin. Hatin û çûna li navendên bajaran û di navberan navçeyan de jî pir zehmet dibe. Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê xelkê herêmê hişyar kir û got ku dê barîna berfê bidome. Piştî vê hişyariyê, li hinek bajaran ji bo perwerdeyê navber hate dayîn.    BI QASÎ 15 CM’AN BERF BARIYA    Yek ji bajarên ku berfê bandoreke mezin li ser kirî Wan e. Li navçeya Elbakê rêyên 22 gundan, li navçeya Şaxê yên 16 gundan, li Erdîşê rêyên 23 gundan, li Payîzavayê rêya 68 gundan, li Seravê rêyên 13 gundan û bi giştî rêyên 142 gundan ji ber berfê hatin girtin. Ji ber rewşa nebaş a hewayî, seferên balafiran jî hatin betalkirin. Duh bi şev pêla germahiyê 3 dereceyan kete bin sifrê. Di saetên serê sibehê de jî barîna berfê dom kir û bi qasî 15 cm’an berf li erdê stûr bû.    RÊYÊN GELEK GUNDÊN QERSÊ HATIN GIRTIN   Li Qersê jî ji şevê din ve berf dibare û rêyên gelek gund û mezrayan hatin girtin. Ji ber barîna berfê, rêbeja di navbera Qers-Dîgorê û Dîgor-Îdirê de cemed girt û hatin û çûn pir zehmet çêdibe.    WESAYÎT DI RÊ DE MAN   Li navenda Colemêrgê û navçeyên wê jî berf dibare. Rêyên gelek gund û mezrayan hatin girtin. Bi taybet jî berfeke zêde li Bihûreka Harûnayê bariya û li vir bi sedan wesayît di rê de asê man.    LI 6 NAVÇEYAN NAVBER DAN PERWERDEYÊ   Li bajarê Erziromê jî berfeke zêde bariya. Walîtiyê ji ber barîna berfê û cemedê, li navçeyên Aşkeleh, Qereyazi, Tortûm, Îd, Çad û Tatosê ji bo rojekê navber da perwerdeyê. Ji ber barîna berfê, rêbejên Erzirom-Çad-Çewligê û ya Erzirom-Tatosê ji hatin û çûnê re hatin girtin. Xebatên ji bo vekirina rêyan didomin.    TERMOMETREYÊ GERMAHÎ 7 PILEYAN DI BIN SIFRÊ DE NÎŞAN DA   Yek ji bajarên din ên ku ji ber berfê hatin û çûn lê zehmet tê kirin jî Bedlîs e. Nêzî du rojan li bajar baran dibariya û şevê din jî berfê da rêzê. Duh di saetên şevê de li Bedlîs û Tetwanê germahiya hewayî 7 pileyan kete bin sifrê. Barîna berfê ya li bajar didome û bi taybet jî li Rehwayê ajokar bi zor û zehmet pêş dikevin. Her wiha li Mûş û navçeyên wê jî bênavber berf dibare. Hat zanîn ku rêyên gelek gund û mezrayan hatine girtin.    3 ŞIVAN Û 3 HEZAR MÎHÊN ASÊ MABÛN HATIN XELASKIRIN    Li Agirî û navçeyên wê jî barîna berf û şilopeyê didome. Ji şevê din heta niha li navenda bajar baraneke zêde dibare û kolanên bajar veguherînê golan. Ji ber vê rewşê peya û ajokar zehmetiyên mezin dikişînin. Ji ber berfa zêde, 3 şivan û 3 hezar mîh li gundê Dede Mexsût ê girêdayî navendê asê mabûn lê hatin xelaskirin.    RÊYA ZÊDETIRÎ 60 GUND Û MEZRAYAN HATIN GIRTIN    Li Erdexan û navçeyên wê jî nêzî du roj in bênavber berf dibare û rêyên zêdetirî 60 gund û mezrayan hatin girtin. Bi taybet jî li navçeyên Zûrzûnan û Golan/Merdînikê berfeke zêde dibare û hatin û çûna Qers-Erdexanê jî bi zehmetî dibe.