Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn 2023-11-21 20:21:35   ŞIRNEX- Li ser rêya Silopiya ya bi ser Deriyê Sînor ê Xabûrê ve qeza çêbû. Di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Li navçeya Silopiya ya Şirnexê li ser rêya Deriyê Sînor ê Xabûrê qeza çêbû. TIR û texsiyek li hev qelibûn. Piştî qezayê gelek ambulans û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama qezayê de 2 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.    Kesên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê û mirî jî rakirin morga nexweşxaneyê.    Malbat piştî bi bûyerê hesiyan berê xwe dan nexweşxaneyê.