ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN 2023-11-22 09:00:04     * Endama KJAR'ê Rojîn Mukriyaniyê diyar kir ku 'jin, jiyan, azadiyê' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji neteweyê wêdetir vekir û got: "Em dizanin ku tovên vê fikra şoreşger ji zû de aj dane. Lê divê mezintir bibin."    * Yek ji fermandarên YPJ'ê Rojda Kaxre bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Em li dijî DAIŞ'ê bi ser ketin, me jin rizgar kirin. Çawa ku DAIŞ ji Arîn Mîrxanan tirsiya, Tirkiye jî ji Zîlanan ditirse. Em jî wekî jinên ku mîrateya wan dewr girtiye, em ê têkoşîna xwe bidomînin."    * Li Wanê dê fînala çalakiyên 25'ê Mijdarê li ber Navenda Kar a Ezbercîlerê bê lidarxistin. Jinan bi dirûşmeya "jin, jiyan, azadiyê" hemû hevcinsên xwe vexwandin çalakiyê.    * Li Cizîrê kort û koncalên di cadeyan de çêbûne û şaredariya di destê qeyûm de wan tejî nake, ji aliyê dikandaran ve bo xîz, xîç û axê tên dagirtin.    * Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'an a Xarpêtê berdana 6 girtiyan bi îdiaya "rewşa nebaş" tê astengkirin.    * Îstînafê dosyeya zaroka ku bi salan li bajaroka Dêrahînê ji aliyê jinbava xwe ve bi darê zorê daxilî nava fuhûşê hatibû kirin, hat xerakırın. Di dosyeyê de hat îdiakirin ku cezayê ku li cerdevanan hatiye birîn dayîn nehiqûqî ye.    * Zilamên amedî yên ku me pirsa tundiya li dijî jinan jê pirsî destnîşan kirin ku sedema tundiyê pirsgirêka zîhniyeta serdest a mêr e û wiha gotin: “Divê ji ewil zîhniyete biguhere û ji bo vê jî divê mêr bên perwerdekirin."     * Jinên efxan 25’ê Mijdarê di bin zilma rejîmê de pêşwazî dikin. Rojnamevan Valîzadeh der barê rewşê de wiha got: “Welat ji bo jin û zarokên keç veguherî dojehê. Jin ji bo Talîban daxwaza zexta siyasî dikin.”   * Hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê yê Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bekir Cerade bi lêv kir ku ew li dijî pergala perwerdehiya yek zimanî ya modernîteya kapîtalîst, pergala perwerdehiya pir zimanî esas digirin û got ku ev yek pêşî li jiyaneke qebûlkirina hevdû û demokratîkbûna herême vedike.   * Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulya Hatîmogûllari dê di li Navenda Giştî ya HDP’ê bi nûnerên rêxistinên elewî re bicive. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ê li herêma Serhedê serdanên xwe didomîne, dê li Qersê tev li civîna gel bibe. (11.00) ZINDΠ   * Endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î dê têkildarî nelirêtiyên li Şaredariyên Rezan û Peyasê li Otela Demîrê civîneke çapemeniyê li dar bixin. (13.00)   * TJA dê di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê mijdarê de dê li bazara keda jinê ya li navçeya Silopiya bi mijara “Tecrîd û qirkirina jinan” panelekê li dar bixe. (18.00-20.00)