Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere 2023-11-22 09:17:30     AMED - Zilamên amedî yên ku me pirsa tundiya li dijî jinan jê pirsî destnîşan kirin ku sedema tundiyê pirsgirêka zîhniyeta serdest a mêr e û wiha gotin: “Divê ji ewil zîhniyete biguhere û ji bo vê jî divê mêr bên perwerdekirin."     Tundiya li dijî jinan ne tenê di 25’ê Midrarê de heme hema her roj di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de ye. Sedema sereke ya vê yekê jî dibe cihêkariya zayendî û ev jî dibe sedema pirsgirêkên tenduristî û mafên mirovan. Mekanîzmayên qanûnî jî têrî xwe nayên şixulandin. Me îcar sedemên tundiya li dijî jinan ji zilamên amedî pirsî.   PIRSGIRÊK ELIMANDINÊN BERÊ NE   Salih Kalir ê 55 salî destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê bingeha xwe ji elimandinên berê digire û anî ziman ku jin ji ber bandora olê jî ji gelek mafên xwe dûr ketine û di malê de girtî mane. Kalir, da zanîn ku di salên dawî de hestiyariyek pêş ketiye û wiha got: “Berê ji ber ku jinan xwe nas nedikir in, tim di bin zextan de dijiyan. Tim kêmasî di jinê de dihat dîtin û tundî lê dihat kirin. Lê her ku çû jin bi xwe hesiyan, serî li ber tundiyê netewandin û zext qebûl nekirin. Tu ferq di navbera jin û mêr de nîn e. Dema ev yek tê jiyîn çima tenê jin tên cezakirin? Ji ber ku di bûyerên tên qewimandin de mêr jî heye. Di vir de bêedaletiyek heye. Çareserî têkoşîna jinan e. Ji ber ya ku civakê mezin dike jin e.”   ‘DIVÊ ZILAM WERIN PERWERDEKIRIN’   Welatiyê bi navê Remzî diyar kir ku sedema tundiya li dijî jinê polîtîkayên dewletê ne û ev tişt anî ziman: "Di serî de ez, hemû mêr  jinan gelek cuda dibînin. Lêbelê, dema ku em li dîrokê dinêrin, jin û mêr xwedî heman mafan in. Çawa ku azadiya mêr hebe wisa jî mafê azadiya jinê jî heye. Ji bo ku pirsgirêkê baş fêm bikin, divê zilam pir bixwînin, xwe perwerde bikin û jinê fêm bikin. Em li welatekî wisa de dijîn ku her roj jinek ji hêla zilamekî ve tê qetilkirin. Tirkiye ber bi rejîma Îranê ve diçe.”   ‘ÇIMA ACIZ DIBIN?’   Mehmet Erdem jî da zanîn ku dema bavê wî di sala 1972’yan de zewaca duyem kiriye, bi dayika xwe re di mala bapîrê xwe de bicih bûne û diyar kir ku jin beriya civakên olî, pêşengên civakê bûn û wiha pê de çû: “Zilam naxwazin vê yekê bibînin. Yên li Kobanê û Şengalê têdikoşiyan jin bûn. Avabûna li wê derê bi destê jinan bû. Her tim jinên têkoşer hedef hatin girtin. Çima zilam ji jina porê wê bêeşerp ewqasî aciz e. Min çar pirtûkên pîroz ên mezin xwendin lê belê yek jî der barê xwe girtin û vekirina jinê de tişekî nabêje. Îro bi qasî jin li pêş in, zilam li pêş nînin. Divê pêşî feraseta zilaman biguhere. Zilam ji ber naxwaze desthilata xwe winda bike, tundiyê li jinê dike.”   ‘BÊBAWERÎ HEYE’   Têkildarî mijarê Ahmet Bîlînmez kjî destnîşan kir ku jin weke çîneke duyemîn a mirovan tên dîtin û bilêv kir ku ev yek xelet e. Bîlînmez, bi bîr xist ku jin û mêr xwedî heman mafan in.    Welatiyê bi navê Îbrahîm Gozetîcî jî der barê mijarê de nêrîna xwe wiha parve kir: "Tiştekî xelete ku sedema hemû pirsgirêkan weke jin tê dîtin. Jin û mêr wekhev in. Divê piştevaniya hevdû bikin. Em di cîhaneke bêedalet de dijîn."     MA / Mehmet Guleş