Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir 2023-11-22 09:45:54   ŞIRNEX - Dadgeha Îstînafê dosyeya zaroka ku bi salan li bajaroka Dêrahînê ji aliyê jinbava xwe ve bi darê zorê daxilî nava fihûşê hatibû kirin, xera kir. Di dosyeyê de hat îdiakirin ku cezayê li cerdevanan hatiye birîn nehiqûqî ye.    Li bajaroka Dêrahînê ya girêdayî navçeya Qilêban a Şirnexê zaroka bi navê S.A. ya 15 salî, bi salan ji aliyê jinbava xwe ve bi awayekî sîstematîk daxilî nava fihûşê hate kirin. Yek ji wan kesên ku dest dirêjî li S.A.'yê kiribû jî cerdevan û parêzvanê Şaredarê AKP'î yê Dêrahînê Cengîz Aydemîr bû. S.A. ya ku rastî destdirêjiyê hat, di cotmeha 2021’ê de ducanî ma. S.A. ku ji aliyê jinbava xwe Berîvan Aydemîr ve bi zorê daxilî nava fuhûşê hate kirin, ji ber ku ev ferzkirin qebûl nedikir gelek caran rastî îşkenceyê hat û gava got ku dê bûyerê ji bavê xwe re bibêje, jinbava wê bi tiştekî hişk serê wê birîndar kir.    S.A., di 14’ê adara 2022’yan de li qereqolê îfade da diyar kir ku ew 8 salan bi awayekî sîstematîk bi darê zorê rastî destdirêjiyê hatiye û giliyê kiryaran kir. Li ser îfadeya zarokê, di 14’ê adara 2022’yan de lêpirsîn hate destpêkirin û di vê çarçoveyê de parastvanê Şaredarê Dêrahînê yê AKP’ê û cerdevan Cengîz Aydemîr, cerdevanê teqawid Samî Yildiz û jinbava Bêrîvan Aydemîr ji ber sûcên “Fihûş pê dane kirin” û “Îstîsmara zayendî ya biwesf” di adara 2022’yan de hatin girtin. Di dosyayê de Metehan Bayram û Zahîde Yildirim jî negirtî hatin darizandin û weke bersûc îfadeyên wan hatin girtin. 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bi tawanbariyên “Îstîsmara zayendî”, “Gef”, “Kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin”, “Fihûş” û “Tacîzê” îdianame amade kir.    DADGEHA HERÊMÎ CEZA DA   Şandeya dadgehê di danişîna biryarê ya di 13’ê nîsana 2022’yan de ji ber sûcê “Destdirêjiyê” 13 sal û 4 meh cezayê hefsê û ji ber sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” jî 5 sal cezayê hefsê da cerdevanê girtî Cengîz Aydemîr. Ji ber sûcê “Îstîsmara zayendî ya biwesf a li dijî zarokê” 25 sal û ji ber sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hişt û bi darê zorê fihûş pê da kirin” jî 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê da Bêrîvan Aydemîr a girtî. Ji ber sûcê “Îstîsmara zayendî ya biwesf” 25 sal û ji ber sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” jî 9 sal û 4 meh cezayê hefsê da bersûc Samî Aydemîr ê girtî.    Dadgehê li Metehan Bayram 2 sal û 6 meh, li Zahîde Yildirim jî 4 sal û 6 meh cezayê hefsê birî.    ÎSTÎNAFÊ BIRYAR XERA KIR   Piştî biryara dadgehê, parêzerên bersûcan li Dadgeha Îstînafê îtîraz kirin. Dadgeha Îstînafê bi hinceta ku "biryara dadgeha herêmî ya derheqê bersûcan de nehiqûqî ye", biryar xera kir. Dê bersûc di mehên pêş de dîsa bên darizandin lê dîroka danişînê nehat diyarkirin.      MA / Zeynep Durgut