Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin 2023-11-22 10:43:10   AMED - Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.    Polîsan îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Endama MYK û Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Mûhammet Altinkaya û Serhat Eren û keseke/î navê wê/î nehat zanîn hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku polîsan bi ser Wargeha Xwendekaran a Xalid Bîn Welîd ku Erenê xwendekarê zanîngehê ye lê dimîne girtine û bi lêdanê ew binçavkirine.    JI HEMAN MALBATÊ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Li navçeya Peyasê jî ji heman malbatê birayên hev Mervan, Ferît û Nûrettîn Demîr hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birin Şaxa TEM’a Amedê. ESP'ê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Polîsan li ser malên cîgira hevserokên me Beycan Taşkiran û endama me ya SKM û MYK’ê Satiye Ok de girtin. Di malan de lêgerîn berdewam dike. 3 endamên me hatin binçavkirin.”     Sedemê binçavkirinan nehate zanîn. Hate diyarkirin ku parêzer dê piştî nîvro bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.