Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir 2023-11-22 11:48:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk, zozanên bajaroka Sîdekan bombebaran kirin.   Li gor nûçeya Rojnewsê, dewleta tirk a serê vê sibê bi balafirên şer zozanên Bolê û Bê Ciwanî yên girêdayî bajaroka Sîdekanê bombebaran kirin. Hat gotin ku têkildarî ziyanên canî û madî yên di encama êrişê de tu agahî nehatine bidestxistin.     HIKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ BÊDENG E    Ji hefteya borî ve dewleta tirk çar caran deverên cûda yên Herêma Kurdistana Federe bombebaran kir. Lê heta niha hikûmeta demborî ya Mesrûr Barzanî li dijî van êrişan tu gotin negotine û bêdeng maye.