Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev 2023-11-22 14:57:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Di dîmeneke di sala 2016’an de li navçeya Kolikê hatiye kişandin de mamoste gotinên nîjadperest bi xwendekarên kurd dide gotin. Parlamentera HEDEP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît dîmenê behsa xeberê xist rojeva Meclisê.    Di dîmeneke ku di sala 2016’an de li navçeya Kolik a Semsûrê li Dibistana Navîn a Çiralikê hatiye kişandin de mamosteyek gotinên nîjadperest û milîtarîst bi xwendekarên kurd dide gotin. Dîmen, careke din li ser medyaya dijîtal bû rojev. Gelek bikarhinêrên medyaya dijîtal bertek nîşan dan û dîmen kete rojeva Meclisê.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi daxwaza ku Wezîrê Perwerdeyê Yûsûf Tekîn bibersivîne, pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. Di pêşnûmeyê de wiha hate gotin: “Di dîmeneke li ser medyaya dijîtal hatiye parvekirin de gotinên; ‘Ez kurd im, dirûst im, birûmet û şanaz im. Xiyanetê li welatê xwe nakim, yên xiyanetê dikin jî efû nakim. Em li vî welatî ji dayik bûn, li vî welatî têr bûn û em ê li vî welatî bibin mirov. Dê hêj gelek Azîz Sancar ji Başûrêrojhilat derkevin. Em ê mîna wî neteweperest, mîna wî welatparêz bin. Tirkiye guh nede wî dengî, guh bide vî dengî. Ey malbatên şehîdan, zarokên we ji bo me xwîna xwe rijandin, em ê wan ji bîr nekin. Em jî dê ji bo welatê xwe xweha xwe birijînin û bibin serfiraziya we. Pêdiviya me bi tu rêxistinan nîne ku me biparêzin. Ji ber ku em rastî neheqiyê nayên.  Ey gelê misilman ê tirk, heke bi qasî zarokekî dilwêrek bî, tu jî berteka xwe nîşan bide û welatê xwe biparêze. Em ji gotina vê yekê xwe paşve nadin û bi serfirazî dibêjin. Çi şad e yê ku dibêje ez tirk im.’ bi zarokan didin kirin.”    Bi domdarî hat bibîrxistin ku dîmen cara ewil di sibata sala 2016’an de ji hêla hesabên polîs û mamosteyan ve li ser medyaya dijîtal hatiye parvekirin û wiha hate gotin: “Ser re jî Qeymeqamê Kolikê yê wê demê Ahmet Gazî Kaya ji ber vê vîdeoyê çûye serdana dibistanê, xwendekar pîroz kiriye û soz daye ku dê soza diyariya pirtûkxaneyê daye wan. Ev agahî li ser çapemeniyê hatibû parvekirin.”    Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin kirin:    “* Pir eşkereye ku belavkirina vîdeoyê ya li ser hesabên medyaya civakî binpêkirina mafê zarokan e. Tevî ku ev rewş dihat zanîn ku qeymeqam li şûna ji bo vê binpêkirinê biçe, ji bo pîrozkirina zarokan çû dibistanê. Gelo dema ev yek dihat kirin midûrên perwerdeya neteweyî yên navçe û bajar çi dikirin? Wezaretê di vê mijarê de çi kir?    * Piştî belavkirina vê vîdeoyê di sala 2016’an de, gelo ji ber naverok û parvekirina wê derheqê mijarê de tu lêpirsîn hatine destpêkirin? Heke nehatibin destpêkirin, gelo dê niha lêpirsîn were destpêkirin?    * Beriya qeydkirin û belavkirina vîdeoyê, gelo di çarçoveya qanûnan de ji malbatên xwendekaran destûr hatiye girtin?    * Di vîdeoyê de tê dîtin ku gotinên bi zarokan dane jiberkirin, bi wan didin xwendin. Gelo binpêkirinên we di vê vîdeoyê de tespîtkirine çi ne? Ji bo ev bûyer dîsa dubare nebe, gelo çi planên we hene?    * Li dibistana di bin berpirsyartiya we de kê ev dîmen kişandiye?    * Gelo derheqê personelên cemaweriyê, mamoste û rêveberiya dibistanê yên ji ewlehiya van zarokan berpirsyar de çi lêpirsîn hatine destpêkirin?    * Tiştên di vê metnê de hatine nivîsandin û metna bi zarokan dayîne xwendin jî gelo parçeyeke mufredata MEB’ê ye?    * Qesda ji gotina ‘Ez xiyanetê li welatê xwe nakim’ a di metnê de çi ye? Kê xiyanet li welatê xwe kiriye?    * Her wiha di metnê de beşa ‘Em li vî welatî ji dayik bûn, li vî welatî zikê me têr bû û em ê li vî welatî bibin mirov’ ya bi xwendekara keç dayîn xwendin tê çi wateyê?    * Gelo ev metn û metnên mîna vê li dibistanan bi zarokan didin xwendin an na? Ji bo ev binpêkirin dîsa çênebe dê tevdîrên çawa bên girtin?    * Dibistanên MEB’ê ji hêla mifetîşan ve çiqas tên kontrolkirin? Gelo di çarçoveya van venihêrînan de rapor tên amadekirin an na?    * Yek ji pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka hemwelatiya wekhev a kurdan e. Destûr nayê dayîn ku zarokên kurd bi zimanê dayika xwe bên perwerdekirin û bi çanda xwe bijîn. Di rewşeke wiha de gelo hûn çareseriyê di asîmîlekirina zarokên kurd û bi gotinên neteweperest de dibînin?    * Gelo ev sepana li dijî zarokên kurd ma binpêkirina destûra bingehîn nîne?”