Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin 2023-11-22 21:31:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amedê bi çekê gef li Parlementerê HEDEP'ê yê Amedê Sînan Çîftyurek hat xwarin.   Çîftyurek der barê gefa biçek de li Meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist. Çîftyurek diyar kir ku tespît û pêşniyazên wî yên der barê pirsgirêka kurd de hin derdorên kûr aciz kiriye.   Çîftyurek anî ziman ku di 17'ê Mijdarê saet 17.00'an de li kuçeya Akkoyûnlû ya kolana Gevran a taxa Ofîsê kesekî bi êlek ew rawestandiye, di bin êlek de çek nîşanî wî daye û piştre bêyî ku biaxive ji wir dûr ketiye.   Çîftyurek bilêv kir ku ev gef gefeke plankirî ye û got ku gefa biçek piştî şopandin û rêxistinbûneke demdirêj pêk hatiye.   Çîftyurek diyar kir ku her derên Amedê bi kamerayan tê şopandin û got ku ger bê ew kesê ku bi çekê gef lê xwariye bi hêsanî bê dîtin.