Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye 2023-11-23 09:09:29   AMED - Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Gulistan Nazlier anî ziman ku ya tê xwestin bê krîmînalîzekirin îtiraza jinan e û got: "Ji ber ku em li dijî jin û civaka muhazifekar a tê xwestin bê afirandin rabûn, em hedef hatin girtin."   Li Amedê piştî hewldana leşkerî ya di 15'ê tîrmeha 2016'an de çêbû, gelek komeleyên ji bo jin û zarokan têdikoşiyan hatin girtin. Li bajêr ku hema bibêje komeleyên jinan neman, di vê pêvajoyê de tundî jî gelekî zêde bû. Lê ji bo jiholêrakirina travmaya hatiye afirandin û ji bo rêxoistinkirina jinan, di 29'ê kanûna 2018'an de Komeleya Jinan a Rosayê hat avakirin. Lê belê rêveber û endamên komeleyê ku bi her awayî li gel jin û zarokên mexdûr in, rastî binçavkirin û girtinê tên. Heya niha hema bibêje der barê nêzî 200 endam û rêveberên komeleyê de doz hatine vekirin.    Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Civaknas Gulistan Nazlier, têkildarî êrişên darazê û xebatên komeleyê de axivî.    BÛ DERIYÊ ÇARESERIYÊ   Nazlier, bal kişand ser qeyûmên ku di sala 2016'an de dest bi tayînkirina wan hat kirin û got: "Ji ber vê tundiya li ser jinê zêde bû. Jin, di malan de bêçare hatin hiştin. Cihekî jin serî lê bidana nema. Di pêvajoyeke wiha de Rosayê di sala 2018'an de damezrandina xwe ragihand."    Nazlier,  anî ziman ku komele di dema krîzekê de hatiye avakirin û wiha pê de çû: "Di civakê de tundî zêde bûbû, krîzek hebû. Jinê, bêçare hatibûn hiştin. Jinên rastî tundiyê dihatin, car din wan dişandin malên wan. Lewma bi avakirina Rosayê re ew modela ku desthilatê dixwest wê ava bike bi ser neket. Jin serî li komeleyê dan û li Komeleya Jinan a Rosayê li çareyê geriyan. Me jî wekî komele tundiya deşîfre kir û hewl da çareseriyê hilberîne."    'JINAN HÊZ GIRT'   Nazlier, bilêv kir ku tundî ew rewş e ku tê hînkirin û hilberandin û got ku zimanê dewletê zimanê tundiyê ye û mêr wêrekiyê ji vî zimanî digirin. Nazlier, wiha domand: "Xwestin 'jina maqûl' a ku dewletê wê dixwaze biafirînin. Lê bi avakirina Rosayê re jin li hilberandina çareyekê geriyan. Ji sala 2018'an de jin li hemberî tundiyê serî li komeleyê didin û komele alîkariya wan dike. Komele xebatên xwe tevî dînamîkên bajêr dike. Em û Tora Tundiyê û Platforma DAKAP'ê bi hev re dixebitin. Kî serlêdanê bike, em wan bm çare nahêlin. Em bi awayekî şênber dibin bersiv û jin li vir wêrektir dibin."    POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET   Nazlier,  diyar kir ku di dozên jinan de li bajarên rojavayê hiqûqeke "nîvco" û li bajarên Kurdistanê jî hiqûqeke "taybet" di dewrê de ye û got: "Em ji vê polîtîkaya taybet re dibêjin 'şerê taybet'. Dewlet bi vê polîtîkayê bi ser jin û ciwanên kurdan de tê û vê yekê her roj ji nû ve hildiberîne. Ev yek jî bi awayekî xwe di bedena jinê û ruhê wê de şênber dike. Lewma tundiya tê kirin, ne li derî dewletê ye. Îtiraza Rosayê ya li hemberî 'jina maqûl' a dewletê ji vir dest pê dike."    Nazlier,  bibîr xist ku Komeleya Jinan a Rosayê girêdayî maseya komeleyan e û tuzukeke wê ya fermî heye û got ku lê sedema "terorîzekirina" wê kurdbûyîna wê ye. Nazlier, destnîşan kir ku dewlet bi vê armanc dike ku tevahiya jinên kurd bitepisîne, wan hepsî malê bike û îtirazên wan berteref bike. Nazlier, anî ziman ku lê ji vê jî xuya dike ku Rosa li cihekî wiha ye ku dewletê nerihet dike.    'PAŞVEGAVAVÊTIN TUNE YE'   Nazlier,  bibîr xist ku dozên gelek jinên hatine binçavkirin û girtin didomin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li dijî polîtîkaya tepisandinê li vir in, em têdikoşin. Li pêşiya me 25'ê Mijdarê heye. Me di ser platforman re xebatên bihêz birêxistin kirin. Xebatên me yên li taxan jî dest pê kirin. Em ê têkoşînê mezintir bikin."    MA / Mujdat Can