Li Sêrtê di madenê de hezaz çêbû: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da 2023-11-23 09:47:56     SÊRT - Li Sêrtê di kana madenê ya Etî Bakirê de hezaz çêbû. Di encama hezazê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.     Li kana madenê ya Etî Bakirê ya li gundê Madenê yê navçeya Şêrwan a Sêrtê hezaz çêbû. 5 karker di bin hezazê de man. 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 karker jî bi birîndarî xelas bûn.    Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya da zanîn ku di kana madenê de saet di 01.25’an de hezaz çêbûye û 2 karker bi birîndarî hatine xelaskirin.    3 BINÇAVKIRIN    Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê têkildarî hezaza di kana madenê de çêbûye lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Y.K. , A.T. û D.A. hatin binçavkirin.