Akademiya Helîn Hasret Şen dê binpêkirinên li dijî zarokan lêkolîn bike 2023-11-23 10:17:29   AMED - Hevkoordînatora Giştî ya RUMUD’ê Zeynep Demîr Akçer diyar kir ku dê Akademiya Helîn Hasre Şen binpêkirinên li dijî zarokan lêkolîn bike û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo zarokên ji ber sedemên polîtîk rastî cihêkariyê tên mezintir bikin.”    Komeleya Rengarenk Umutlar (RUMUD) û Komeleya Psîkologên Mezoptamyayê (DER-MEZ) di 19’ê mijdarê de Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen li navçeya Sûr a Amedê vekir. Navê Helîn Hasret Şen ku di 12’ê cotmeha 2015’an di dema qedexeyên derketina derve ya li Sûrê hatibû qetilkirin li komeleyê hate kirin. Armanca komeleyê ew e ku binpêkirinên li dijî zarokan tên kirin lêkolîn bike û li dijî wan têbikoşe.    Hevkoordînatora Giştî ya RUMUD’ê û Koordînatora Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen Zeynep Demîr Akçer têkildarî armanca ji avakirina komeleyê û xebatên wê axivî.    Akçer, da zanîn ku RUMUD di sala 2017’an de hatiye avakirin û di qada zarokan de lêkolînên qadê, xebatên şopandinê û parastinê meşandiye.  Akçer, diyar kir ku piştî bi zarokan re xebitîn pirsgirêkên dijîn jinêztir ve dîtine û wiha got: “Weke aktîvîstên mafên zarokên kurd, em gihiştin wê qenaetê ku di vê qadê de xebatên xwe kûrtir bikin. Dema me tevahiya xebatên bi zarokan re dane berhev jî ev xebat veguherîn avadaniyekê. Bi vê yekê re me ji bo xebatên birêkûpêktir biryara avakirina Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen da.”    ZAROKÊN DI DEMA PEVÇÛNAN DE RASTÎ TUNDIYÊ TÊN    Bi domdarî Akçer destnîşan kir ku RUMUD jî li ser tespîta ji pevçûnên piştî sala 2016’an herî zêde zarok bibandor bûne hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Di esasê xwe de di nava civakê de yên herî zêde jinedîtî ve tên zarok in. Me jî biryar da ku têkoşîna xwe li ser vê bingehê bimeşînin. Dema komele hatî avakirin, zarokên li Sûrê travma dijiyan. Em bi hev re xebitîn bê ka gelo jiyana zarokan çawa dikare were baştirkirin û bikare dîsa daxilî civakê bibin. Di vê çarçoveyê de em bi zarokên di nava pevçûnan de mane û rastî tundiyê hatin re dixebitin. Bifikirin ku ev zarok, hevalên Helîn û bi sedan zarokên din in. Em bi zarokên ku dema diçûn dikanê yan jî li kolanê dilîstin û nehatin qetilkirin re dixebitin.”    Di berdewamê de Akçer da zanîn ku piştî destûra malbata Şen, navê Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen li akademiyê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vî navî re berpirsyartiya me jî zêdetir bû. Em di vê ferqê de ne û dê têkoşîna me ya ji bo mafên zarokan bidome. Me ev komele li gel DER-MEZ’ê vekir. Em ê vê têkoşîna xwe bi gelek saziyên mafên zarokan, aktîvîstên dilxwaz û zarokan re bidomînin. Beriya akademiyê me di mijarên weke karkeriya zarokan û mafê zarokan de xebat meşandibûn. Dê ev xebatên me bidomin. Her wiha me perwerdeyên ‘Akademiya Mafên Zarokan 1’ dabû destpêkirin. 20 hevalên me yên dilxwaz jê mezûn bûn. Ev perwerde dê bidomin. Dê pisporan bigihînin û li qadê belav bikin. Di vê çarçoveyê de em dixwazin gelek komxebat, civîn û konferansan li dar bixin. Dê ev xebat li tevahiya herêmê belav bibe.”    MANÎFESTOYA MAFÊN ZAROKÊN KURD    Akçer, bi lêv kir ku di pêvajoya pêş de dê “Manîfestoya Mafên Zarokên Kurd” ragihînin û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê çarçoveyê de hedefên me yên nêz, navîn û demdirêj hene. Bi temamî li ser plansaziyên stratejîk, li ser bingeha belgeyan ku belke makeqanûna komeleya me ye,  em ê xebatên akademîk mezin bikin û di qada neteweyî û navneteweyî de hebûna zarokan bêhtir bidin xuyakirin. Divê polîtîkayên ewlehiyê bi ser mafê jiyanê yê zarokan re nebin. Divê cihêkariya di navbera zarokên herêman de bi dawî bibe. Ji bo vê jî rêveberiyên herêmî girîng in. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de nêrîn û tevlibûna zarokan girîng e. Li vî bajarî zarok jî dijîn. Divê di her qadê de xwedî mafê gotinê bin. Lewma em ê xebatên xwe yên bi malbat, zarok û dilxwazan re xuyanîtir bikin.”