Şaredariyên Mûş û Tetwanê û VASKÎ di çirava deynan de ne 2023-11-23 12:29:58   WAN - Venêrên Dîwana Çavdêriya Darayî di encama lêkolînên xwe de tespît kirin ku şaredariyên Mûş û Tetwanê yên AKP’î û VASKÎ ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di çirava deynan de ne.    Venêrên Dîwana Çavdêriya Darayî li şaredariyên AKP’î yên Mûş û Tetwan a Bedlîsê û li Îdareya Av û Kanalîzasyonê ( BASKÎ) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, lêkolîn kirin û rapora xwe eşkere kir. Di raporê de derket holê ku her sê saziyên cemaweriyê jî ketine nava çirava deynan.    Di raporê de hat gotin ku şaredariyên Mûş û Tetwanê û VASKÎ’yê lîmîtên deynan derbas kirine û ji bûdçeya xwe pir zêdetir deyn kirine.    DEYNÊ ŞAREDARIYA MÛŞÊ 322 MILYON Û 253 HEZAR Û 636 TL YE    Di rapora têkildarî Şaredariya Mûşê ya AKP’î de hat destnîşankirin ku şaredarî li gorî tespîtên Dîwana Çavdêriya Darayî yên salên 2020 û 2021’ê tevnegeriyaye û deynên xwe hêj zêdetir kiriye.    Di raporê de hat diyarkirin ku şaredarî di sala 2022’yan de herî zêde dikariya 274 milyon û 262 hezar û 221 TL’an deyn bikira û ev tespît hate kirin: “Di lêkolîna çarçoveya mewzûatê hatiye kirin de derket holê ku şaredariyê tevî faîzê, ji dawiya sala 2022’yan ve deynê hundir û derve derxistiye 322 milyon û 253 hezar û 630 TL’an. Bi vê yekê re lîmîta qanûnî 47 milyon û 991 hezar û 414 TL hatiye derbaskirin. Ji ber ku şaredariyê stoka deynan a di mewzûatê ji sala 2022’yan ve derbas kiriye, divê li gorî sînoran tevbigere.”    Deynê şaredariyê yê sala 2022’yan jî weke 322 milyon û 253 hezar û 636 TL hate eşkerekirin.   LÊKOLÎNKIRINA PIYASAYÊ TUNE YE, ÎHALE TUNE YE, PEYMAN TUNE YE!    Di raporê de hat daxuyandin ku gelek tişt diviyabû bi rêya îhaleyê bihatina stendin lê bêyî li piyasayê lêkolînek were kirin bi rêya awansê hatine kirîn.   Di raporê de ev tespît hate kirin: “Di lêkolînan de derket holê ku rêveberiya şaredariyê di hinek tiştên di çarçoveya projeyan de kirîne li gorî usûlên Qanûna Hejmar 4734 tevnegeriyaye. Li şûna vê, awans daye personelên behsa xeberê û bêyî îhaleya wan were kirin û bêyî ku di piyasayê de lêkolînek were kirin ev tişt kirîne. Di vê çarçoveyê de ji bo organîzasyona ‘mîhrîcana berfê’ 265 hezar û 711 TL, ji bo organîzasyona ‘Projeya bi xêr hatî pitik’ jî 320 hezar û 327 TL pere hatiye xerckirin. Lêçûnên behsa xeberê di sala 2022’yan de hatiye diyarkirin û bi ser lîmîta temînkirina yekser re ye. Li hêla din, tevî ku di nava tiştên hatine kirîn de ronîkirina dikê, organîzasyona konserê û hwd. ên demkî hene jî, xuyaye ku têkildarî van tu peyman nehatine îmzekirin.”    DEYNÊ ŞAREDARIYA TETWANÊ BÛ 295 MILYON Û 452 HEZAR Û 188 TL    Yek ji şaredariyên di nava çirava deynan de jî Şaredariya Tetwanê ya AKP’î bû. Di raporê de hat destnîşankirin ku lîmîta deynan a şaredariyê 124 milyon û 75 hezar TL ye lê deynê şaredariyê yê sala 2022’yan derket 295 milyon û 452 hezar û 188 TL’an.    JI BO NEDIN ÎHALEYÊ DI HEMAN ROJÊ DE 9 CARAN XURDIK KIRÎN    Dîwana Çavdêriya Darayî diyar kir ku şaredariyê di kirîna mal de jî lîmîta qanûnî derbas kiriye. Di raporê de hat gotin ku rêveberiya şaredariyê ji bo di bin lîmîta pere de bimîne, tiştên stendinê yên bi heman dîrok, heman wesfê û ji bo heman yekîneyê dabeş kiriye û bi rêya temînkirina yekser pêk aniye. Ji bo vê mijarê ev mînak hate dayîn; di 18’ê adara 2022’yan de diviyabû kirîna xurdik bi rêya îhaleya vekirî bihata kirin lê şaredariyê li şûna îhaleyê di heman rojê de 9 caran bi rêya temînkirina yekser 9 caran xurdik kiriye. Hat destnîşankirin ku şaredariyê bi heman awayî ji bo lastîkên wesayîtan, beton û hwd. nede îhaleyê, di heman rojê de gelek caran bi rêya temînkirina yekser ev tişt kirine.    Têkildarî vê rewşê di raporê de wiha hatiye gotin: “Rêveberiya şaredariyê, tiştên kirînê yên dişibin hev dabeş kiriye û bi rêya temînkirina yekser çareser kiriye. Ji ber vê sedemê, bicihneanîna usûlên îhaleyê yên sereke li dijî mewzûatê ne.”    DEYNÊ VASKÎ’YÊ MILYAREK TL DERBAS KIR    Di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî VASKÎ ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, hat tespîtkirin ku lîmîta deyn hatiye derbaskirin.    Dîwana Çavdêriya Darayî wiha gotiye: “Lîmîta deyngirtinê ya rêveberiyê 843 milyon û 317 hezar û 349 TL ye. Hat tespîtkirin ku rêveberiyê 191 milyon û 990 hezar û 578 TL bi ser vê lîmîtê re deyn kiriye. Divê rêveberî li gorî mewzûatê tevbigere û ji bo derbasnekirina vî sînorî tiştên pêwîst bike.”    Di raporê de hat diyarkirin ku deynê VASKÎ’yê yê sala 2022’yan de bûye milyarek û 34 milyon û 578 hezar TL ye. Di tabloya darayî de tê xuyakirin ku VASKÎ’yê di sala 2022’yan de ji bankan 398 milyon TL kredî kişandiye.    MA / Adnan Bîlen