MEBYA - DER a Şirnexê rêveberiya xwe ya nû hilbijart 2023-11-23 13:36:46   ŞIRNEX - Şaxa MEBYA-DER’ê ya Şirnexê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Hevserokê MEBYA-DER’a yê Amedê M. Emîn Kiliç di kongreyê de diyar kir ku têkoşîna wan têkoşîneke mafdar e û dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome.    Şaxa Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirin re (MEBYA-DER) ya Şirnexê li navçeya Cizîrê bi dirûşma “Em ê birêxistinkirina malbatan tecrîdê bişikînin û meşa xwe ya azadiyê mezin bikin” 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li eywana konferansan a rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Cizîrê hate lidarxistin. Malbatên ku di dema qedexeya derketina derve de xizmên xwe winda kirin, Parlamentera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêxistinên navend û navçeyan ên HEDEP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tev li kongreyê bûn.    Kongre, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.     ‘EM Ê HER LI PEY DOZA LEHENGÊN XWE BIN’   Piştre jî Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Amedê Mehmet Emîn Kiliç axivî û diyar kir ku gelê kurd di doza xwe de mafdar e. Kiliç, wiha got: “Di cîhanê de du pergal hene; yek ji wê pergala şaristaniyê ya din jî pergala olê ye. Pergala şaristaniyê ji bo berdewamkirina çand û baweriyên gelan heye. Her kesê destê xwe didane ser wijdana xwe dê bibîne ku em di doza xwe de mafdar in. Ew faşîzma ku li me zilmê dike, ya ku zarokên me qetil dike rûreşiya pergala cîhanê ye. Kesên ku neyartiyê li gelan dikin, dijminatiyê li mirovahiyê dikin. Pergala faşîzmê neheq û em mafdar in. Em soz didin ku dê li ser rêça lehengên xwe bin. Heta ku dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê li ser doza xwe bin.”   ‘YÊN KU ÎRO TÊKOŞÎNÊ LI SER PÊYAN DIGIRE NIRXÊN ME NE’    Parlamentera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî di kongreyê de axivî. Uysal, bal kişand ser girîngiya MEBYA-DER’ê û ev tişt anî ziman: “Ji bo xwe bigihînin van rojan me gelek bedelên giran dan. Têkoşîneke bi salan heye û ya ku kir ev têkoşîn bigihije roja me, nirxên me ne. Ev pergala ku kurdan ji bo xwe weke xetere dibîne, ji miriyên me, ji şînên me jî ditirse. Lê li dijî van sepanan têkoşîneke mezin tê dayîn. Mijara rexneyê ye ku em nikarin cenazeyên xwe bi girseyî defin bikin. Dixwazin me bi zext, girtin û kuştinan bitirsînin. Divê em netirsîn. Ya ku îro têkoşîna me li ser pêyan digirin, nirxên me ne. Divê em li dora MEBYA-DER’ê bibin xelek. Ev 25 sal in birêz Ocalan di bin tecrîtekî de ye. Birêz Ocalan dibêje; ‘ez îdiaya azadiya dikim lê di vê îdiayê de ya ku hêz dide min, şehîdên vê têkoşînê ne.’ Lewma xwedîderketina li MEBYA-DER’ê erka me ye.”    Piştî axaftinan, raporên fealiyet û darayî hatin xwendin. Piştre jî rêveberiya nû ya MEBYA-DER’ê hate hilbijartin. Serhat Kuçuk û Esmer Çikmaz weke hevserokên nû hatin hilbijartin.    Kongre bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.