Binçavkiriyên ESP û SGDF’î dest bi greva birçîbûnê kirin 2023-11-23 14:43:16     AMED - Endam û rêveberên ESP û SGDF’î ên binçavkirî dest bi greva birçîbûnê kirin. Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu bertek nîşanî binçavkirinan da û got: “Dê ev zext nekarin me têk bibin."    Di çarçovaya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye destpêkiirn de Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Beycan Taşkiran, Endama Meclisa Jinên Sosyalîst û Endama Desteya Rêveber a Navendî (MYK) Satiye Ok, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Mûhammet Altinkaya, Serhat Eren û Hêja Kayan hatin binçavkirin. Têkildarî binçavkirinan li avahiyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dê zext û binçavkirin nekarin me têk bibin, em ê bi ser bikevin” hate vekirin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), HEDEP û malbatên binçavkiriyan tev li daxuyaniyê bûn.    Şaredarê navçeya Perî ya Dersimê Orhan Çelebî ku ji peywirê hatibû girtin, diyar kir ku parêzeran hevdîtin bi 8 kesên hatine binçavkirin re kirin û anî ziman ku temamiya kesên hatine binçavkirin di greva birçîbûnê de ne. Çelebî ragihand ku şekir û av bi têrkerî ji nadin kesên tev li greva birçîbûnê bûne.   Hevseroka HEDEP'ê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî êrîş şermezar kir.   Hevseroka DBP'a Amedê Sûltan Yaray jî ragihand ku berxwedana wan a li dijî faşîzmê wê berdewam bike.   Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu anî ziman ku rejîm bi van êrişan hewl dide têkoşînê wan asteng bike lê dê berxwedana wan berdewam bike.