4 kesên ji ber bîranîna Çayan hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-11-23 15:49:29   ENQERE - 4 kesên ku bi hinceta tev li çalakiya bîranînê ya Mahîr Çayan bûbûn hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta di sala 2022’yan de tev li çalakiya bîranîna Mahîr Çayan bûne Hevseroka Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Enqereyê ya berê û endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Semra Demîr di nav de derbarê 4 kesan de lêpirsîn dabû destpêkirin û her 4 kes di 21’ê mijdarê de hatibûn binçavkirin. Her 4 kes piştî îfadeyên wan ên dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.