TMMOB: Tevdîrên nehatin girtin rê li ber karesatê vekirin 2023-11-23 15:50:44   ÊLIH -  TMMOB’ê îhmalên di karesata lehiyê ya Êlihê de rêz kir û xwest berpirsyar îstîfa bikin. TMMOB’ê bang kir ku deverên ji lehiyê bibandor bûn weke “Herêma Karesatê” bên îlankirin.    Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Êlihê têkildarî karesata lehiyê ya li bajar ku di encamê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn, daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya Odeya Endezyarên Înşaetê hate dayîn. Beriya destpêkirinê, karkerên li Sêrtê di hezaza madenê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn.    Sekreterê ÎKK’a TMMOB’a Êlihê Vahdettîn Tuzun daxuyanî xwend û got ku tevî hişyariyên bi rojan berê jî tu tevdîr nehatin girtin û vê yekê rê li ber karesatê vekiriye.    Tuzun, diyar kir ku hema hema tevahiya bajar ji barîna baranê bibandor bûye û wiha got: “Li gelemperiya bajar rê di bin ava lehiyan de man. Her wiha jêrzemîna Nexweşxaneya Perwerde û Lêkokînê bi avê tije bû û nexweşxaneyê sê saetan nekarî xizmetê bide. Cadeyên sereke yên navendê û kolan bi saetan nehatin bikaranîn. Xuya bû ku ji karesata lehiyê ya 2006’an ders nehatine girtin û binesazî nehatiye xurtkirin. Di encama lehiyê de li navenda bajêr xesarên mezin çêbûn û mal û kargeh nema dikarin bên bikaranîn.”    ‘SEDEMA KARESATÊ BAJARVANIYA ÇEWT Û PLANÊN XELET ÊN ÎMARÊ YE’    Bi domdarî Tuzun, got ku welatî bi dervetên xwe av û heriya di mal û kargehên xwe de derdixîni. Tuzun, ev tişt anî ziman: “Di çavdêriyên piştî lehiyê de xuya bû ku di nava ava lehiyê de beravêtiyên petrolê hene. Xesareke mezin gihişt binesaziyê û heriya li ser rêyan ji bo tenduristiya gel xetereyeke mezin e. Rûbarê Girê Savaro bi salan dirêj rêgeha xwe parast û ava xwe li ser Rûbarê Ilûhê dirijand Çemê Êlihê. Lê bajarvaniya çewt û planên îmarê yên xelet herikîna xwezayê guherand û rê li ber karesatê vekir. Menfeza di rêgeha Girê Savaroyê hatiye çêkirin kir ku ava rûbar bi ser de biavêje û bibe sedema canê welatiyan.”    HIŞYARÎ GUHDARÎ NEKIRIN!   Di berdewamê de Tuzun daxuyand ku ji ber îmarê li ser navenda bajar û derdora wê xetereyeke mezin a lehiyan heye û wiha pê de çû: “Navenda bajar rast e û rûbarên di nava wê de derbas dibin ji ber îmarê hatine girtin. Vê jî rê li ber karesatê vekir. Avên ji quntarên Çiyayê Kirayê û Bati Rimanê tên, li ser rûbarên navenda bajar diherikîn Çemê Êlihê. Ji ber şewitandin û valakirina gundan ên salên 90’î, welatiyên me neçar ma ku li dora Rûbarê Iluhê bi cih bibe. Her carê taxên li dora vî rûbarî lehî çêdibin û ziyanên mezin dide. Di rapora sala 2006’an a TMMOB’ê û di rapora AFAD’ê ya sala 2021’ê de ev tespît û hişyarî hatibûn kirin. Lê saziyên têkildarî tu tevdîr negirtin.”    BANGA ÎSTÎFAKIRINÊ LI RAYEDARAN KIR   Tuzun, da zanîn ku ji bo bajarvaniyeke bitendurist û birêkûpêk hewcehî bi polîtîkayeke pêşiya xizmetê vedike heye û wiha bi dawî kir: “Lê feraseta qeyûm rê li ber hilberandina vê polîtîkayê girt. Ev feraseta rêveberiyê li hemberî pirsgirêka binesaziyê sersar tevgeriya û gel terkî qedera xwe kir. Hewceye rayedarên ji vê karesatê berpirsyar tavilê îstîfa bikin. Em careke din dibêjin ku rêveberiyên qeyûman xizmetê ji bajarên me re nakin. Divê herêmên lehî lê çêbûne weke ‘Herêmên Karesatê’ bên ragihandin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê jî divê xebatên pêwîst bên destpêkirin. Divê analîzên ava vexwarinê bên kirin, pêdiviyên gel bên pêşwazîkirin. Banga me ji bo rayedaran ew e ku dev ji polîtîkayên rantê û xistina bin tehekûma xwe ya xwezayê berdin.”