Doza Kobanê: Dozger nikare tenê delîlekê jî nîşan bide 2023-11-23 20:44:02   ENQERE - Siyasetmedara girtî Meryem Adibellî diyar kir ku di Doza Kobanê de xebatên wan yên der heqê tundiya arasteyî jinan de weke sûc hatine dîtin û der heqê vê yekê de tenê delîlek jî nehatiye nîşandan.   Rûniştina çaremîn a 42’emîn danişîna Doza Kobanê li Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Di danişînê de ku ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Giran a 22'yan ya Enqereyê ve tê birêvebirin, siyasetmedara girtî Meryem Adibellî parastina xwe di roja sêyem de domand.   Ji siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel, Meryem Adibellî, Ayla Akat Ata û Alî Urkut li salona danişînê de bûn, lê Dilek Yagli û Zeynep Olbecî di Girtîgeha Sîncanê li ser Pêrgala Zanistî, Dimen û Dengê (SEGBIS) tevlî danişînê bûn.   Danişîn ji aliyê Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ceylan Akça, Wekîlê Wanê Mahmut Dîndar û Wekîlê Çewligê Omer Faruk Hulaku ve hat şopandin.   Meryem Adibellî, diyar kir ku xebatên jinan ên li Komeleya Selîsê kirine bi sûcdariyan tên terorkirin û destnîşan kir ku xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) û Komeleya Jinan a Selîsê hikûmet tirsandiye û ji ber vê yekê hatiye girtin.   Meryem Adîbellî, anî ziman ku dozger yek delîl jî pêşkêş nekir û wiha got: “Ev darizandin ne hiqûqî ye. Dozger ji me dixwaze ku em îdiayên wî îspat bikin. Li gorî we di qanûnê de tiştekî wisa heye? Divê dozgerî vê yekê îspat bike. Ew dixwaze ku em vê yekê îspat bikin. Bi rastî dema em li van hemû geşedanan dinêrin; Pergala serdest a mêr tenê yek rol daye me jinan, ew jî koletiya pergala serdest a mêr e. Jinên li dijî vê zîhniyetê radibin an tên qetilkirin an jî tên girtin. Ev kurteya meselê ye. Ez daxwaza beraetê û berdana xwe dikim, lê ez vê ji hiqûqa rast, edaleta rast û wijdanê rast dixwazim."   Parêzerê Adîbellî Mustafa Kemal Baran, nêrîna ku dozger pêşkêşî dosyayê kiriye wekî "mutalaaya tomarkirî" nirxand û diyar kir ku sûcên ku hatine kirin delîlên şênber nînin û di dadgehê de nakokî heye.    Rûniştin wê roja înê saet 10:00’an berdewam bike.