Li Rihayê bi ser malan de hate girtin 2023-11-24 08:43:09   RIHA – Di encama serdegirtinên malan ên li Rihayê de endamên Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Enes Rakim û Mûstafa Ozkan hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li Rihayê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rihayê Enes Rakim û Mûstafa Ozkan hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku bi ser malên endamê Meclisa Partiyê (PM) ê HEDEP’ê Muhammed Ayten û rêveberiya HEDEP’a Rihayê Fîlînta Aras de jî hatiye girtin lê ji ber ku ne li malê bûn, nehatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinan nehat zanîn û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.