Li Dîlokê êrişî dawetekê kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn 2023-11-24 09:38:58   DÎLOK - Li Dîlokê êrişî dawetekê hate kirin. Di êrişê de kesek mir 4 kes jî birîndar bûn.    Li Taxa Aydintepe ya girêdayî navçeya navendî ya Şehîtkamîl a Dîlokê duh bi şev li dijî daweteke li kolanê hate kirin bi çekê êrişek pêk hat. Di êrişa ji aliyê hevjînê bûkê yê berê û xizmên wî ve hate kirin de Mûrat Kara (32) yê hate diyarkirin ku xizmê zava ye jiyana xwe ji dest da. 4 kesên hatin birîndarkirin jî piştî mudaxileya ewil rakirin Nexweşxaneya Şehîtkamîl. Êrişkar ji cihê bûyerê reviyan.