Li Îranê ciwanek hate darvekirin 2023-11-24 10:10:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li Îranê Mîlad Zohrevand ê 21 salî duh hatiye darvekirin.    Hate diyarkirin ku li Îranê Mîlad Zohrevand ê 21 salî ku ji 27’ê cotmeha 2022’yan ve girtî ye duh bi awayekî veşartî hatiye darvekirin. Hate zanîn ku ji ber Zohrevand tev li çalakiyên “jin jiyan azadiyê” bûye hatiye girtin û pişt re di doza dihate darizandin de bi îdiaya “peywîrdarê hikumetê kuştî ye” cezayê mirinê lê hatiye birîn.