Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Divê wezaret rê nede bêhiqûqtiyê 2023-11-24 11:29:08   AMED - Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê cara sêyemîn serî li Wezareta Dadê dabû. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr diyar kir ku bendewariya wan ew e ku wezareta dadê rê li ber asengkirina keyfî û derhiqûqî ya hevdîtina bi malbat û parêzeran bigire.    Baroya Amedê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, zêdetirî 32 meh in tu agahî jê nayên girtin û hevdîtinên wan ên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin, cara sêyemîn serî li Wezareta Dadê da.    Baroya Amedê cara ewil di 28’ê mijdara 2021’ê de ji bo hevdîtinê serî li wezaretê da û cara duyemîn jî di 14’ê kanûna 2022’yan de serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) da. Lê belê heta niha jî tu bersiv nehatine dayîn. Li ser vê yekê baroyê cara sêyemîn di 21’ê mijdara 2023’yan de serî li wezaretê da.    Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr têkildarî armanca serlêdanên wan û aliyê hiqûqî yê tecrîda girankirî axivî.    Ozdemîr, bi bîr xist ku tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê ev 3 sal in didome û ev tişt anî ziman: “Ji bo biçin Îmraliyê û di cih de tespîtan bikin, me du caran serî li Wezareta Dadê da lê nehatin bersivandin. Me bi heman mebestê cara sêyemîn serlêdan kir. Bi serlêdana dawî em hewl didin li dijî binpêkirinên giran ên mafên mirovan û bêhiqûqtiyên ji ber tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtina mutleq derdikevin holê re bibin bersiv.”     ‘LI DIJÎ HIQÛQA NAVXWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ YE’    Bi domdarî Ozdemîr anî ziman ku Qanûna Înfaza Tevdîrên Ceza û Ewlekariyê ya Hejmar 5275’ê mafên girtiyan ên têkildarî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re û mafê telefonê vedibêje û wiha got: “Dema em li sepanên li Girtîgeha Girava Îmraliyê dinêrin, dibînin ku cezayên disiplînê yên keyfî û derhiqûqî tên dayîn. Parêzer têkildarî van cezayan serlêdana hiqûqî dikin lê biryar nayên teblîxkirin. Bi awayeke giştî yekser dest bi înfazê dikin. Bêyî ku mekanîzmayeke venêrînê hebe, yekser dest bi înfazkirina biryarê dikin. Rewşa agahînegirtina mutleq û tecrîd, li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê binpekirineke giran a mafê mirovan e. Divê girtî bikarin mafên xwe yên bingehîn bi kar bînin. Peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê jî îmze kirine, Qeydên Girtîgehan ên Konseya Ewropayê, bi awayeke eşkere bêparhiştina girtiyan a ji mafên xwe yên bingehîn weke îşkence, miameleya li dijî mirovahiyê dinirxînin û bi tu awayî qebûl nakin.”   ‘TU VENÊRÎNEKE HIQÛQÎ YA CEZAYÊN DISIPLÎNÊ NÎNE’    Di berdewamê de Ozdemîr daxuyand ku li girtîgehan dibe ku di hinek şertên diyar de cezayên disiplînê bên dayîn û ev nirxandin kir: “Ev dikarin veguherin cezayên disiplînê yên di mewzûatê de. Lê dive were eşkerekirin bê ka kîjan tevger û çalakiyê rê li ber vê cezayê vekiriye û divê dema li dijî wê îtîraz tê kirin jî dadgeha cezayên giran van îtîrazan qebûl bike. Lê em di sepana li Girtîgeha Îmraliyê de vê dibînin; Rêveberiya girtîgehê bi awayeke keyfî û bêyî ku tiştekî bibe sedema cezayê disiplînê hebe, lêpirsînên disiplînê dide destpêkirin û cezayan dide. Ev biryar jî ji pêvajoya venêrîna hiqûqî bêpar tên hiştin û ceza yekser dikevin meriyetê. Cezayên disiplînê yên ku divê ji bo demekî û dem bi dem bên dayîn, êdî veguherandina rewşeke domdar. Hêj yek xelas nebûyî yê din dest pê dike. Bi vê yekê re mafên hevdîtina bi malbat û parêzeran re û mafê telefonê tê astengkirin. Armanca ji vê jî agahînegirtina mutleq e. Lewma ev tecrîd veguheriye binpêkirineke giran a mafên mirovan.”    ‘TECRÎD, ENCAMA KONJONKTURA SIYASÎ YE’    Herî dawî jî Ozdemîr ev tişt anî ziman: “Em hewl didin li dijî vê rewşê, hiqûqê bixin nava liv û tevgerê. Tecrîda heyî, bi biryarên derhiqûqî tê domandin. Armanca serlêdana me jî ew e ku wezaret pêşî li ber van biryarên keyfî û derhiqûqî bigire. Hem ji hêla hiqûqa navxweyî hem jî ya navneteweyî ve tecrîd nayê qebûlkirin. Ev yek nîşanî me dide ku tecrîd, di esasê xwe de weke encamekî konjonktura siyasî derdikeve pêşiya me. Anku tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din, encama konjonktur û polîtîkayên ewlehiyê ne. Weke baroyê em dixwazin ku dxwazên birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din bên qebûlkirin, dawî li rewşa agahînegirtina mutleq bê anîn û tecrîd bi dawî bibe.”    MA/ Mujdat Can