Cenazeyê muretebatekê din jî hate dîtin 2023-11-24 11:44:44   ZONGULDAK - Li Behra Reş keştiyek noqî avê bûbû û 12 muretebatên di keştiyê de winda bûbûn. AFAD'ê diyar kir ku ji 12 muretebatên cenazeyê yekê din hate dîtin.     Rêveberiya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD) bi daxuyaniyekê ragihand ku cenazeyê karkerekê din ê di keştiya barê ziwa de ku di 19'ê mijdarê li derdora Zonguldakê noqî avê bûbû, hate dîtin. Bi vê yekê re hejmara muretabetên heta niha jiyana xwe ji dest dayîn bû 3. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo 9 welatiyên din berdewam in.