Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta tirk aramî û xizmetên jiyanî asteng dikin 2023-11-24 16:46:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişa SÎHA’yê ya li dijî wesayîteke li Amûdê ku kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn dewleta tirk berpirsyar girt. Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ev êriş ji bo astengkirina aramî û xizmetên jiyanî yên li herêmê ne.   Dewleta tirk duh bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî wesayîteke li navçeya Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Meclisa Navçeya Amûdê diyar kir ku di encama êrişa şevê din de welatiyek hate qetilkirin û 2 welatî jî birîndar bûne.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a ên li ser herêmê de daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Di nava hewldanên dewleta tirk de bi rêya hikumeta AKP`ê li herêmê ku destwerdanê dike û xwe tev li dozên herêmî û navneteweyî dike ku ew jî ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê ber bi hîpotezan ve bibe da ku siyasetên xwe yên navxweyî veşêre û ew jî piştî ku rola wê ya neyînî li Sûriyeyê û tevahî herêmê hate îspatkirin.”   ‘AMÛRA ŞER RAST E RAST HERÊMÊN ME DIKE HEDEF’    Di daxuyaniyê de îşaret bi hewlanên xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê hate kirin û ev tişt got: “Dewleta tirk li kêleka siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî herêmê û ji pîvana li ser xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê hincetên derew ku bi temamî dûrî rastiyê ne, didomîne. Ev amûra şer bi awayekî rasterast herêmên me dike hedef û gefan li aramiyê dixe, hewldanên tunekirina terorê ku gelê me didomîne, asteng dike.”   ‘BINPÊKIRINA ZAGON Û PÎVANÊN EXLAQÎ’   Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hedefgirtina sivîlan ku beriya 2 rojan û şevê din hatin kirin, her wiha hedefgirtina ku ji 4`ê cotmehê ve hate kirin, hedefgirtineke berbiçav aramiyê û hewldanên eşkere di xwesteka dewleta tirk de ber bi binpêkirina hemû pîvan û zagonên exlaqî ve ye, ku jixwe wan nas nake, her wiha sûcekî şer e ku nayê îzahetkirin.   Ev yek bi awayekî rasterast bandorê li xebatên aramiyê û rêbazên pêşxistina xizmetên jiyanî ji herêmê re ku 5 milyon kes tê de dijîn di navde koçber û penaberên ji herêmên Sûriyê ji Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî.   TERORA DEWLETA TIRK DEWAM DIKE   Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştrast dikin ku berdewama van êrişan rewşeke mirovî û jiyanî xirab bi xwe re tîne. Em teqez dikin ku çi êrişên dijminahî bi awayekî rasterast gefan li aramî û ewlehiyê dixe û herêmê ber bi zehmetiyan ve dibe, ji wan tevlihevî û terora ku dewleta tirk dixwaze berdewam bike.   DIVÊ LI DIJÎ ÊRIŞAN HELWESTÊN ZELAL HEBIN   Ji ber vê yekê jî divê helwestên zelal ji aliyê hemû hêzên ku parastina aramiya herêmê û tunekirina terorê dikin, hebin. Ew jî ji bo dewleta tirk êrişên xwe rawestîne. Divê berpirsên kuştina sivîlên bêsûc li gorî qanûnên navneteweyî were kirin. Ji ber ku ev xebatên tundî û sûcên şer in.”   Her wiha di dawiya daxuyaniyê de banga yekitî û hevgirtinê li gel hate kirin û sersaxî ji malbata kesê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hate xwestin û ji birîndaran re şîfa hate xwestin.