Girtiyê nexweş Oz ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, ji girtîgehê derket 2023-11-24 20:25:34   DÎLOK - Girtiyê nexweş Mehmet Huseyîn Oz ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, ji girtîgehê derket.   Girtiyê nexweş Mehmet Huseyîn Oz (34) ê di Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê de ku nexweşîna epîlepsiyê pê re heye, ji girtîgehê derket. Oz ku di 13'ê Adara 2018'an de li Taxa Beydîllî ya navçeya Şahînbey a Dîlokê bi îdiaya "bombeya zindî" hatibû binçavkirin û di 26'ê Adara 2018'an de hatibû girtin, 6 sal » 3 meh ceza lê hatubû birîn. Oz diviyabû di 25'ê Gulanê de bihata berdan, lê berdana wî bi hinceta "rewşa nebaş" 4 caran bi giştî 12 mehan hatibû taloqkirin.    Oz îro danê êvarî ji Girtîgehê derket. Oz li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. Oz piştî pêşwazîkirin ber bi Mêrdînê ve bi rê ket.