Daxwaza ji bo amûra dawerîna avê bi hinceta 'ewlehiyê' hat redkirin 2023-11-25 09:01:33   ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê daxwaza girtiyan a ji bo amûra dawerîna avê bi hinceta "ewlehiyê" hat redkirin.    Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, ava kaniyê nayê vexwarin. Ji ber vê ava qirêj li gelek girtiyan nexweşînên çermî peyda bûne. Ji ber vê girtî ji bêgavî avê ji kantînê distînin. Li qaweşeke 6 kesî, heftane herî kêm bi 250 lîreyî av ji kantînê tê stendin.    Demeke berê girtî di çarçoveya mafê ava vexwarinê ya paqij de bi daxwaznemeyekê serî li îdareyê dan. Girtiyan di daxwaznameyê de doza amûra dawerîna avê kir. Lê belê daxwaza girtiyan bi hinceta "ewlehiyê" hat redkirin.    Dozgeriyê di bersiva xwe de diyar kir ku amûra dawerivandina avê, di mewzûata têkildar de tune ye û got ku di hundirê amûra dawerivandinê de nêzî 50-100 santîmetre qablo û 4-5 heb fîltre hene û ev fîlt re jî divê dem bi dem bên guherandin. Dozgeriyê di biryara xwe de bilêv kir ku ev yek di warê tevdîrên ewlehiyê de dibe ku bibe cihê tiştek neyînî û daxwaza girtiyan qebûl nekir.    Girtî piştî vê biryarê serî li Dadgeriya Înfazê dan.    MA / Dîcle Muftuoglû - Girtîgeha Jinan a Sîncanê