Aqûbeta Erenê beriya 43 salan di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn 2023-11-25 13:39:45   STENBOL - Dayikên/Mirovên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Hayrettîn Eren ê beriya 43 salan di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî şahidan aqûbeta Eren hate veşartin û hate destnîşan kirin ku dê dest ji têkoşîna edaletê neyê berdan.    Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqubeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 974’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Beriya çalakiya vê hefteyê hemû kolanên Cadeya Îstîklalê bi wesayîtên binçavkirinê û polîsan hatin girtin.    Ji bilî Dayik/Mirovên Şemiyê endamên Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn.    Dayikên/Mirovên Şemiyê di destên wan de qûrnefîl û bi wêneyên xizmên xwe ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hayrettîn Eren ê piştî ku di 21’ê mijdara 1980’yan de bi hevalê xwe re li Saraçxaneya Stenbolê hate binçavkirin agahî jê nehata girtin, hate pirsîn.    Daxuyanî ji aliyê Sekretera Şaxa ÎHD’a Stenbolê Oya Ersoy ve hate xwendin.    ÇÎROKA HAYRETTÎN EREN HATE XWENDIN    Ersoy, diyar kir ku her hefte ji bo çîrokên mirovên di binçavan de hatine windakirin ji raya giştî re ragihînin û nehêlin bên jibîrkirin tên cemhev û da xuyakirin ku ew ê dest ji daxwaz û biryardariya xwe ya ji bo darizandina kiryaran bernedin   Ersoy, da zanîn ku vê hefteyê ji bo aqûbeta Hayrettîn Eren ê dema 26 salî bû hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate girtin bipirsin derketine qadê û çîroka Eren xwend.    ‘EM Ê DEST JÊ BERNEDIN’    Ersoy, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em di hefteya xwe ya 974’emîn de careke din dibêjin ‘heta ku aqûbeta Hayrettîn Eren neyê aşkerekirin, faîl neyên darizandin û cezakirin, heta edalet pêk neyê ev doz ji bo me nayê girtin’. Çend sal di ser re derbas dibin bila bibin; Em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Hayrettîn Eren, ji bo hemû windayên xwe û bi bîr xistina ku dewlet neçar e di nava pîvanên hiqûqa gerdûnî de tevbigere bernedin.”   QÛRNEFÎL DANÎN QADÊ   Piştî daxuyaniyê beşdarvanên çalakiyê qûrnefîl danîn Qada Galatasarayê.    Çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Dayikên/Mirovên Şemiyê jî berdewam kirin.    WAN    Şaxa ÎHD’a Wanê jî li avahiya komeleyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û endamên ÎHD’ê beşdar bûn.    ENQERE    Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî bi armanca piştevaniya bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re li avahiya xwe ya komeleyê daxuyaniya piştgiriyê da. Li eywana lê daxuyanî hate dayîn pankarta “Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye” hate nivîsîn. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç a metna daxuyaniyê xwend, xwest ku dewlet înkar û necezakirinê bi dawî bike, peywîra xwe ya darizandin û cezakirina faîlên sûcan bi cih bîne.    MÊRSÎN/EDENE   Şaxên ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên Mêrsînê li Parka Ozgur Çocûkê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ku gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî piştgirî dan pankarta “DAyikên Şemiyê ne bi tenê ne” hate vekirin. Metna çapemeniyê Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekîr Sıtki Keçecî xwend.     Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî bi daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya xwe kirin piştgirî da Dayikên Şemiyê. Di daxuyaniya pankarta “Cihê heqîqet û lêgerîna edaletê, Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye” hate vekirni de gelek parazvanên mafên mirovan beşdar bûn. Metna çapemeniyê ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD’A Edeneyê ve hate xwendin.