Serbijîşktiyê muayeneya bi kelemçekirî parast 2023-11-26 09:04:34   ENQERE - Girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek bi awayekî destkelemçekirî hatibû muayenekirin. Rêveberiya girtîgehê daxwazanmeya Ozbek a di vî warî de bersivand û parast ku muayeneya hatiye kirin "li gor pêdiviyên tibbî ye."    Rihan Kavak Ozbek li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û di 11'ê cotmehê de ji bo bê zanîn beriya kolonoskopiyê anestezî guncav e yan na, ji bo testê sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê hatibû kirin. Ozbek, gava çû Polîklînîka Anesteziyê xwest kelemçeya di dest wê de bê vekirin. Lê bijîşk diyar kir ku hewce bi vekirina kelemçeyê tune ye, ji lew re dê bi destan muayeneyê neke. Ozbek jî bilêv kir ku muayene bi awayekî yekpare ye û ya tê kirin li dijî rûmeta mirovahiyê ye û ji ber vê bêyî encama testê bigire ji odeya bijîşk derketibû.    Piştî vê Ozbek ji ber ferzkirina muayenekirina bi awayekî kelemçekirî serî li Wezareta Dadê da û xwest der barê peywirdaran de lêpirsîn bê destpêkirin. Wezaretê jî ji bo vekolandinê, mesele spart serbijîşkiya nexweşxaneyê.    Cîgirê Koordînatorê Serbijîşk Îbrahîm Yalçinkaya jî bersiva giliyê da û bêyî ku li ser ferzkirina muayeneya bi awayekî kelmeçekirî bisekine, parast ku muayeneya hatiye kirin "li gorî pêdiviyên tibbî ye."   MA / Dîcle Muftuoglû - Girtîgeha Jinan a Sîncanê