Di êrişên Tirkiyeyê de 2 milyon û 150 hezar kes bê ceyran ma 2023-11-26 09:34:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên dewleta tirk ên di nava 6 mehên dawî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 2 milyon û 150 hezar kes bêceyran man û hat ragihandin ku xesareke zêdetirî milyarek dolar gihiştiye herêmê.    Dewleta tirk ji 4’ê mijdarê heta niha bênavber êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dewleta tirk bi balafirên şer û balafirên biçek û bêmirov êrişî binesaziya herêmê, navendên enerjiyê, depoyên avê, stasyonên benzînê û bîrên petrolê kir. Di encama êrişan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û zirareke mezin gihişt binesazî û saziyên herêmê û bi milyonan kes bêceyran man. Rêveberiya Qadên Petrolê ya Rimêlanê têkildarî xesara li herêmê çêbûyî raporek amade kir. Li gorî rapora di ANHA’yê de hatiye parvekirin, zêdetirî milyarek dolar xesar gihişt herêmê. Di encama êrişan de herî kêm 540 milyon dolar ji dahata xizîneya Rêveberiya Xweser kêm bû.    Di raporê de hat gotin ku di êrişan de stasyon û tekane îmaletxaneya gazê hedef hatiye girtin û vê yekê jî bandoreke mezin ê neyînî li ser pêşwazîkirina pêdiviya gazê kiriye. Bi domdarî hat destnîşankirin ku di encama êrişên hewayî de bandoreke neyînî li ser xebatên firin û stasyonên avê yên li başûrê Herêma Cizîrê û Dêrazorê kiriye. Hat ragihandin ku ji ber ku temamiya stasyonê ji xizmetê derketiye, 2 milyon û 150 hezar kesên li herêmê bêceyran mane. Di berdewamiyê hat gotin ku li Herêma Cizîrê 13 bîrên petrolê hatine bombebarankirin û ziyaneke bi qasî 35 milyon û 351 hezar û 228 dolaran pêk hatiye. Her wiha bi hedefgirtina 6 stasyonên komkirina petrolê (Aliyan, Babasî, Zarbe, S2, Aliyan Duyem, Seîde) re bi qasî 96 milyon û 565 hezar û 768 dolar ziyan çêbûye. Di dawiya raporê de hat gotin ku ji bo avakirin û temîrkirina navendên petrolê yên di encama êrişên dewleta tirk de hatine hilweşandin, herî kêm 7 milyon û 500 hezar dolar hewce dikin.