Bi ser mirina Tahir Elçî re 8 sal derbas bûn: Ew gule li me tevan hate xistin 2023-11-26 10:44:36 AMED - Bi ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî re 8 sal derbas bûn. Hevalê Elçî, parêzer Mehmet Emîn Aktar wiha got: “Ew gule li me tevan hate xistin.” Parêzer Mûstafa Ozer jî diyar kir ku Elçî kedekî mezin dabû têkoşîna gelê kurd.    Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûr a Amedê hate qetilkirin û bi ser qetilkirina wî re 8 sal derbas bûn. Lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê kirin, 4 sal û nîv piştî cînayetê hate temamkirin. Têkildarî cînayetê  li polîsên bi navên M.S., F.T. û S.T. ku di dema bûyerê de li wir bûn û niha hêj li ser karê xwe ne û Ugur Yakişir ê girtî li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz hate vekirin. Danişîna dozê ku herî dawî di 5’ê tîrmehê de hatibû lidarxistin dê rojek piştî salvegera qetilkirina Elçî bê lidarxistin.    Di dema qedexeyên derketina kolanan de ziyaneke mezin gihiştibû Mînareya Çarling û dema Elçî li ber mînareyê daxuyanî dida hatibû qetilkirin. Hempîşe û hevalên Elçî, serokên Baroya Amedê yên berê Mehmet Emîn Aktar û Mûstafa Ozer bi boneya salvegera qetilkirina Elçî axivîn.    Aktar, da zanîn ku di sala 1993’yan de di dema operasyona li dijî parêzeran de Elçî nas kir û wiha got: “Wê demê li ser îfadeyên îtîrafkarekî Elçî û 20 parêzer hatibûn girtin. Min jî li doza wan dinihêrî. Elçî, ji bo ronîkirina cînayetên kiryarnediyar/kiryardiyar têdikoşiya. Ji ber gefên mîralay Cemal Temîzoz û sercerdevan Kamîl Atak ku bi cînayetên kiryarnediyar û îşkenceyê dihatin sûcdarkirin, li Amedê bi cih bû.”   ‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ NECEZAKIRINÊ HILBIJART’   Bi domdarî Aktar wiha qala wê serdemê kir: “Êdî xetere li ser jiyana Tahir hebû. Di doza JÎTEM’ê ya Cizîrê de li ser cînayetan nîqaş hatin kirin û bû serdema darizandinê. Di navbera 93-95’ê de li Cizîrê êdî tiştekî cuda hebû. Mirin li kolanan digeriya. Tahir jî wê demê li Amedê bi cih bû. Dema li vir bi cih bûyî jî di gelek dozan de em bi hev re bûn. Piştre serdemekê em li baroyê bi hev re xebitîn. Wê demê li Amedê hejmareke kêm a parêzeran hebû. Lewma her kesî hev nas dikir. Malbatan jî hev nas dikirin. Her dawiya hefteyê em li mala hevalekî dihatin gel hev. Tahir jî di nava vê koma hevalan de bû. Ji ber ewlehiyê me nedikariya bi komî derkevin û li cihekî rûnin.”    Di berdewamê de Aktar bi lêv kir ku Elçî ji Cizîrê bû û li ser cînayetên kiryarnediyar zêde disekinî û wiha pê de çû: “Qada têkoşîna li dijî necezakirinê û lêkolînkirina cînayetên kiryarnediyar hilbijart. Doza JÎTEM’A Cizîrê di 2009’an de doz vekir. Cara ewil bû ku leşkerekî li ser peywirê hatibû binçavkirin û girtin. Bi rastî jî em li benda vê nebûn.”    ‘EM KÊM KIRIN Û WISA ÇÛ’   Aktar, da zanîn ku beriya mirinê bi Elçî re di merasîma cenazeyê hevalekî xwe de hevdîtin kiribûn û wiha qala wê kir: “Me ji bo xwarinê soz da hev lê em neçar man biçin şîneke din lewma me êdî nema karî hev bibînin. Ji wê rojê heta niha dibêjim xwezî me hev bidîta. Îxtîmalekî wiha nayê bîra mirov. Tahir em kêm kirin û wisa çû. Ew gule li me tevan hate xistin. Ji pişt ve li patika me tevan hate xistin. Lewma Tahir şehîdê me ye. Şehîdê hiqûqnasên Kurdistanê ye. Dê her wisa bimîne. Emrê xwe ji bo ronîkirina cînayetên kiryarnediyar derbas kir. Îxtîmal heye ku qetilkirina wî jî weke cînayeteke kiryarnediyar bimîne. Ev yek me xemgîn dike. Em dixwazin faîl bên girtin.”    'MIROVEKÎ WELATPARÊZ BÛ’   Serokê Baroya Amedê yê berê Mûstafa Ozer jî diyar kir ku dema Tahir Elçî li Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwend hatibû binçavkirin û dema parêzertiya wî dikir hev naskirine û ev tişt anî ziman: “Dema min serokatiya baroyê dikir, Tahir jî di rêveberiyê de bû. Ji hêla fikrî em nêzî hev bûn û kesekî welatparêz bû. Pozîtîf dikifirî û kesekî çalak bû. Me du salan ev pêvajoya bi hev re birêve bir. Dema ez cara duyemîn bûm serok, ew nebû namzet. Weke delegeyê TBB’ê hatibû hilbijartin. Em weke birayan bûn. Piştî weke serokê baroyê hate hilbijartin, pêş ketibû û têkiliyên navneteweyî pir bi hêsanî pêş dixist. Diçû û tev li çalakiyan dibû. Xebatekî pir çalak kir, 5 mehan çû Ingilistanê û hînî ingilîzî bû.”   'JI BO KURDAN TIŞTA JI DEST DIHAT DIKIR’    Di berdewamê de Ozer, wiha got: “Piştî ji zanîngehê mezûn bûy, di qadên hiqûq û mafên mirovan de xebitî. Bi taybet jî ji bo ronîkirina cînayetên kiryarnediyar xebitî. Kamîl Atak û Cemal Temîzoz li ser hewldanên wî hatin girtin. Nedihişt ew bilivin. Yek du caran ji bo piştevaniyê tev li danişînê bûm. Di tevahiya jiyana xwe de çalak bû, bitevger bû û jiyaneke têr û tije derbas kir. Mirov dikare bibêje ku hema hema jiyaneke wî ya taybet qet tune bû. Tevahiya jiyana wî ji xebatên cemaweriyê pêk dihat. Bi rastî ji bo tiştên li gelê kurd hatine kirin derxîne holê bizaveke mezin kir. Ji berê ve hewl didin sûcên li dijî kurdan hatine kirin veşêrin. Niha jî heman tiştan ji bo cînayeta Tahir dikin.”    ELÇÎ: JI BO GELÊ ME YA RAST ÇI BE EZ Ê WÊ BIKIM    Herî dawî jî Ozer wiha got: “Piştî tev li bernameyeke tv’yê bû, derheqê wî de lêpirsîn hate destpêkirin. Wê demê min pê re hevdîtin kir. Qet fikar an jî tirsekî wî nebû. Got; ‘Ez ê gotinên xwe bikim, jiyaneke dirêj gelek jî girîng nîne. Li vî welatî yê ku ji bo kurdan têdikoşe, êdî tirsê ji hafizeya xwe diavêje. Tahir, kesekî ji xwe bawer û piştrast bû. Baş dizanî bê ka çi dibêje. Her tim xwedî seknekî xurt bû. Heke Tahir serê xwe bitewand, belkî jî dê niha bijiya. Lê bi rastî jî dema me hinek caran hev didît, digot; ‘Kekê mereq neke em ê serî netewînin. Heke em bikarin bijîn dê bijîn.’ Kedeke wî ya mezin ji bo têkoşîna gelê kurd çêbû. Dikariya hêj bêhtir kedê bide lewma hate qetilkirin.”