Di serdema AKP’ê de 28 hezar komele û weqfên din hatin avakirin 2023-11-26 12:12:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 22 salên îktîdara AKP’ê de 27 hezar komele û hezar û 282 weqf hatin avakirin.    Di serdema îktîdara AKP’ê de hejmara weqf û komeleyan sal bi sal zêdetir bûn. Ji bo van sazî û komeleyan ku bacê nadin, gelek neguhêzbar hatin tehsîskirin û ji qasaya cemaweriyê bi milyonan lîre hatin dayîn. Li gorî nûçeya BîrGunê; çavkaniyên cemaweriyê ji bo van komele û weqfan hatine seferberkirin û hat îdiakirin ku pereyê nefermî hatiye fermîkirin.    Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Têkiliyên bi Civaka Sivîl re ya girêdayî Wezareta Karên Hundir; di sala 2001’an de AKP bûbû îktîdar li seranserî welêt 74 hezar û 127 komele hebûn û di navbera salên 2001 û 2023’yan de jî herî kêm 27 hezar û 5 komele lê hatin zêdekirin. Bi vê yekê re li seranserî welêt hejmara komeleyan derket 101 hezar û 132’yan. Dîsa li gorî daneyên wezaretê, dahata van komeleyan a di sala 2022’yan de 52 milyar û 593 milyon TL ye. Bi vê yekê re derket holê ku dahata van komeleyan, gelek zêde bi ser bûdçeya gelek wezaret, saziyên cemaweriyê û şaredariyan re ye. Her wiha hat ragihandin ku nêzî 18 hezar komele ji bo xebatên olî hatine avakirin.    DAHATA SALANE YA WEQFAN 90 MILYAR TL YE    Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Weqfan, di sala 2001’an de dema AKP bûyî îktîdar li welêt 4 hezar û 566 weqf hebûn. Di nava 22 salên îktîdara AKP’ê de herî kêm hezar û 282 weqfên din hatin avakirin û bi vê yekê re hejmara weqfan bû 5 hezar û 848’an. Hejmara kesên bûne endamên van weqfan jî milyonek kes derbas kiriye. Her wiha dahata salane ya van weqfan 90 milyar TL ye.    SEROKKOMAR ERÊ KIR    Li gorî Xala 6’an a Qanûna Komkirina Alîkariyan a Hejmar 2860’ê, kes û sazî heta destûrê ji meqamên erkdar negirin nikarin alîkariyê kom bikin. Lê belê piştî pêşniyara Wezareta Karên Hundir, li ser erêkirina serokkomar heta niha destûra 50 komele û weqfan hate dayîn ku bêyî destûrê pereyan kom bikin. Bi vê yekê re tenê komele û weqfên cemaet û terîqatan dikarin bêyî destûra dewletê kengî bixwazin pereyan kom bikin.    Çendek komele û weqfên destûra kengî bixwazin dikarin pereyan kom bikin jê re hatine dayîn ev in: Komeleya Denîz Fenerî, Weqfa Diyanetê, Weqfa Allîkariya Mirovî ya Mafên Mirovan û Azadiyan (ÎHH), Weqfa Azîz Mahmûd Hudayî ya paşverû, Komeleya Alîkariya Însanî ya Hayratê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Beşîr, Weqfa Ciwan û Xizmeta Perwerdeyê (TURGEV) ku Bîlal Erdogan rêveberê wê ye, Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) û Weqfa Belavkirina Ilmê. Her wiha weqf û komeleyên rêveberên AKP’î jî di nava vê lîsteyê de hene.