HEDEP li Ceyhanê bi gel re civiya 2023-11-26 16:45:41   EDENE - Parlamenterê HEDEP’ê Alî Bozan li Ceyhanê di civîna bi gel re de diyar kir ku rêya aştiya Tirkiyeyê di rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan re derbas dibe.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Ceyhan a Edeneyê bi tevlibûna Parlamenterê HEDEP’ê yê Mêrsînê Alî Bozan li avahiya xwe bi gel re civiya. Parlamenter Alî Bozan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku ji bo aştî bê Tirkiyeyê divê tecrîd bê bidawîkirin.    BERSIV DA GURBAN Ê JI PARTIYA ÎYΠ   Parlamenterê Partiya Îyî yê Dîlokê Mehmet Mûstafa Gurban di parvekirineke xwe de gotibû; “Hemû kesên dengê xwe didin HDP’ê terorîstin. Ewqas hêsan e.” Bozan jî bertek nîşanî Gurban da û wiha got: “Yên ku îro gotinan ji partî û gelê me re dikin, di esasê xwe de hewl didin wî heramê xwarine veşêrin. Dema em li vî şexsî dinêrin, rabûrdiya wî bi îdiayên sextekariyê tije ye. Anku rabûrdiya wî bi heramxwarinê tije ye. Em jî dibêjin ku; şikir ji xwedê re ku tu rêveberên partiya me bi sextekariyê nayên zanîn, heqê mirovan nexwarine û tu îdiayên heramxwarinê li ser nayên kirin. Em dizanin ku ev kesê gotinan ji partî û gelê me re dike dê îstîfa bike û tev li AKP’ê bibe. Divê her kes hed û sînorê xwe bizane.”