Şîna Bûlût bi girseyî hate ziyaretkirin 2023-11-26 19:02:21   MÊRDÎN - Şîna endamê HPG’ê Fatîh Bûlût ê li Zapê jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Endamê HPG’ê Fatîh Bûlût (Ciwan Welat) li qada Zapê ya Herêma Kurdistana Federe di 20’ê mijdarê de bi 2 hevalên xwe ve jiyana xwe ji dest dabû. Şîna Bûlût a li mala malbata wî ya li taxa Sanayî ya navçeya Qoserê hate danîn, hate ziyaretkirin.    Endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyan û parlamenterên HEDEP’ê Kamûran Tanhan, Berîtan Guneş Altin û Salîha Aydenîz û sedan kes tev li serdana ku di pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windarkirine re (MEBYA-DER) hate kirin bûn.    Di şîna ku bi meşa ji ketina taxê heta mala malbatê hate kirin de malbatê girseya hatî pêşwazî kir. Di serdanê de ji malbatê re sersaxî hate xwest in. Hevserokê MEBYA-DER’ê Salîn Kûday, diyar kir ku Bûlût di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye û soza xwedî derketina têkoşîna wî da.